Li Behra Manşê rekor: Di rojekî de 1.194 koçber gihiştin Îngilîstanê

Hejmara koçberên ku ji bo xwe bigihînin Îngilîstanê Behra Manşê derbas kirin, di nava sala 2025’an de gihişt asta rekorê.

Tenê 31’ê Gulanê 1.194 kes bi keştiyên biçûk ketin ser rêya rêwîtiya bi xeter û xwe gihandin Îngilîstanê. Ev wekî hejmara herî zêde ya di nava rojekî de hate tomarkirin. 

Ji serê salê ve bi giştî 14. 808 kes Behra Mansê derbas kirin û gihiştin beravên Îngîlîstanê.

Li gorî daneyên fermî derbasbûna koçbetan tevî hemû tedbîrên salên pêşî jî kêm nebû. Sala borî jî 36.800 kes bi rêyên heman derbasî welat bibûn.

Lê di dema van rêwîtiyan de gelek caran trajedî tên jiyîn. Di 2025’an de heta niha herî kêm 15 kes jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2024’an de jî 78 koçber di Behra Manşê de jiyana xwe ji dest dabûn.