Di encama êrîşa DAÎŞ’ê de 3 endamên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ragihand ku di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de 3 endamên wan şehîd bûne.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ragihand ku di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de 3 endamên wan şehîd bûne.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrîşa bombeyî ya şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser benda konrolê ya li ser rêya Reqa-Hesekê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
"Şaneyeke çekdar a rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê vê sibehê saet di 09.00’an de li ser benda kontrolê ya herêma Sebah El Xêr ya li ser rêya Reqa-Hesekê, mayînek bi erebeya dewriye ya hêzên me (Beşa Karwan û Rêyan) ve teqand.
Di encama êrîşê de de 3 endamên me dema erka xwe ya parastina rêyan û tevgera sivîlan bi cih dianîn, şehîd bûn. Endamekî din birîndar bû ku niha tedawiya bijîşkî ya pêwîst dibîne. Li gorî agahiyan, mayînek din li herêmê heye. Pisporên mayîn û teqemeniyan ji bo tesbîtkirina cihê mayînê û bêbandorkirina wê lêgerînê dikin.
Ev kiryara terorîst di çarçoveya zêdebûna tevgerên rêxistina DAÎŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî jî derdora holê û hin gundên Reqa û Hesekê de hat kirin, nemaze ku di demên dawîn de rêzeêrîş û hewldanên têkbirina ewlehî û aramiya sivîlan çêbûn.
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehadeta lehengên xwe radighînin. Em teqez dikin ku wê xwîna wan a pak vala neçe. Hêzên me dê erka xwe ya pîroz a têkoşîna li dijî terorê bidomînin heta ku wê bermahiyên vê rêxistina sûcdar ji Holê rakin. Em radighînin ku der barê vê kiryarê nemerdane de operasyonên legerîn û lêkolînan hatiye destpêkirin. Kesên hewl didin ewlehiya herêmên me û gelê me têk bibin dê ji ceza nefilitin."