Çapemeniya cîhanê: Li Efrînê rîska felaketa însanî heye

Çapemeniya cîhanê cihekî berfireh da êrîşên leşker û çeteyên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û ragihandin ku ji ber bomberdûmanê li Efrînê li ser bi sed hezaran mirovî rîska felaketeke însanî heye.

Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) di nava rojê de gelek nûçe li ser mijarê weşand û bi taybetî bal kişand ser felaketeke însanî ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rû bide.

Di nûçeyan ajansê de gundiyekî ji gundên derdorê xwe li navenda Efrînê girtiye dibêje, dewleta Tirk bi birîna avê dixwaze mirovan ji nexweşî û tîna bikuje.

AFP'ê di nûçeya xwe de ragihand ku gelek çavdêr û saziyên civaka sivîl dan xuyakirin ku bi dorpêçkirin û êrîşa li ser navenda bajarê Efrînê re tehdît li zêdeyî 350 hezar sivîlî tê xwarin û bi bîr xist ku Tirkiyeyê ava vexwarinê li ser bajêr birî ye. Di dewama nûçeyê de hate ragihandin ku Tirkiyeyê ji 20'ê Çileyê ve êrîş dike û ji hingî ve bi hezaran sivîlên li gundan xwe li navenda bajarê Efrînê girtine. Di nûçeyê de cih ji axaftina Hevseroka Desteya Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa re hate dayin ku Mistefa işaretê bi girîngiya alîkariya însanî dike.

AFP'ê diyar kir ku şervanên li Efrînê hêza xwe ya qewîn a berxwedanê ispat kirine û cih da gotinên rayedarên YPG'ê ku balê dikişînin ser rîska komkujiyeke mezin. Li gorî nûçeyê, rayedarekî YPG'ê koalîsyona navneteweyî rexne dike ku di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de sûd ji wan girtiye, niha jî Kurd bi tenê hiştiye.

AP: HEJMARA SIVÎLÊN TÊN KUŞTIN ZÊDE DIBE

Ajansa Amerîkayê Associated Press (AP) cih da bomberdûmana dun a li navenda Efrînê ku herî kêm 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di nûçeyê de ku cih dide daxuyaniyên rêveberiya herêmê, tê ragihandin ku êrîşên bejahî û hewayî yên artêşa Tirk zêde bûne.

Di nûçeyê de dîmenekî ji YPG'ê hate weşandin ku di dîmen de tê dîtin, gelê sivîl ê li bajêr ji ber bomberdûmanê xwe li stargehan digirin. Di dewama nûçeyê de tê bibîrxistin ku bi deh hezaran sivîlên ji gundan reviyane navenda bajêr, dibe ku bi pirsgirêka peydakirina xwarinê re rû bi rû bimînin.

Nûçe balê dikişîne ser birîna av û elektrîkê bi destê hêzên Tirk li ser Efrînê û dide zanîn ku Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyra kiriye ku Tirkiyeyê bombe li gelek firinan barandiye. AP destnîşan dike ku bi sed hezaran kes niha li Efrînê ne.

SPIEGEL: JI BER ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ DIBE KU DRAMA ÎNSANÎ RÛ BIDE

Kovara Der Spiegel a Elman jî bal kişand ser felaketa însanî ya ji ber êrîşên dewleta Tirk dibe ku li Efrînê rû bide û gefên Erdoğan ên li Başûrê Kurdistanê xwar, bi bîr xist.

Kovarê daxuyaniya êvarê ya Erdoğan ku got, "Heta êvarê wê Efrîn bikeve" bi bîr xist û cih da nêrînên ku işaretê bi rûdana drama însanî dike. Di nûçeya Spiegelê de hate ragihandin ku Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk ev hefteyeke av li ser Efrînê biriye.

TAGESSCHAU JÎ IŞARET BI KRÎZA ÎNSANÎ KIR

Qenala yekemîn a Elman ARD jî di bernameya nûçeyan Tagesschau de gefên Erdogan ên li dijî Başûrê Kurdistanê yên piştî Efrînê xiste rojevê.

Hate ragihandin ku Erdoğan duh got, "Efrîn wê heta êvarê bikeve" û Qesra wî neçar ma vê daxuyaniya wî sererast bike.

Di nûçeya Tagesschau de hate gotin, li Efrîn û derdora wê herî kêm 300 hezar sivîl hene, êrîş li van tê kirin û ev bomberdûman rê li be krîza însanî vedike.

LE POINT: ERDOĞAN DI NAVA XEWN Û XEYALAN DE YE

Kovara nûçeyan a heftane ya Fransayê Le Point jî destnîşan kir ku bomberdûmana Tirkiyeyê rê li ber tirsa rûdana krîza însanî vedike.

Di nûçeyê de hate ragihandin artêşa Tirk av û elektrîk birî ye, bombe li firinan dibarîne û ji ber vê yekê dibe ku felaketeke însanî rû bide.

Di nûçeyê de cih ji daxuyaniya Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl re tê dayin ku Xelîl ji bo gotina "Efrîn wê bikeve" ya Erdoğan ev bersiv da: "Erdogan di nava xewn û xeyalan de ye."