Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Duran Kalkan di beşa dawî ya hevpeyvîna xwe de got divê têkiliyên navneteweyî, hevgirtin ji asta daxuyaniyên destekdayinê derkevin û divê Kongreya Demokrasiyê ya Global were komkirin.
Kalkan got ji her demê zêdetir pêdivî bi hevalbendiyên bi asta herêmî û global heye û got, ‘’Tenê bi têgehên ‘hevgirtina navneteweyî’, an jî ‘enternasyonalîzm’ê em nikarin vebêjin, divê em vê re sînordar nekin. Divê em vê bebiçav bikin. Berbiçav kirin jî bi rêxistina Kongreya Demokrasiyê ya Global an jî bi Konfederalîzma Demokratîk pêk tê.’’
‘ENTERNASYONALÎZM BI ASTA TEORÎK MA’
Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Duran Kalkan got divê hevgirtina enternasyonal, têkilî, renge xebatê bi rengekî rastir were danîn, bal kişande ser têgeha ‘Enternasyonalîzma Proletarya’ ya di serdema ‘Sosyalîzma Reel’ de û got bi vî rengî, di serî de Enternasyonal 3. Xwe rêxistinî kir û bû banê rêxistinên sosyalist, di nêv de dewletên ku ji xwe re sosyalist digotin bûne xwedî têkiliyê, lê ne bi derengî berjwendiyên dewletan derketin pêş û rê li ber
şer vekir.
Kalkan got gelekî behsa hevgirtina navneteweyî hate kirin, entaryasyonalîzm weke rêzeke dane pêş, lê her ku çû, tenê bû têkilî û hevgirtina dewletan, Yekîtiya Sowyetan jî da pey vê polîtîkayê.
Kalkan got, ‘’Enternasyonalîzm bi asta teorik ma, li ser gotinê ma. Berjewendiyên dewletan mohra xwe li polîtîkayê da. Ji bo vê jî rêgezên sosyalîzmê nebûne armanc. Armanc bû hebûna dewletan û ewlehiya wan. Vê jî rê li ber jirêderketinê vekir. Bû helwesteke ji qutbûna rêgezên îdeolojîk, ku berjwewendiyên berteng, berjwendiyên dewletan didin ber xwe, ku ziyan da hevgirtina neteweyî. Niha jî em bi rexneya li sosyalîzma reel, formûleke nû ya teorik, xeteke îdeolojîk, polîtîk, rêyên nû yên têkoşîna stratejîk û taktik bi pêş ve dixin. Rêber Apo ev bi berfirehî nirxand. Paradîgmaya Civaka Demokratîk ya ku xwe dispêre ekolojiya civakî û azadiya jinê da ber xwe. Tespît kir ku partiyên sosyalist nikarin bi navenda dewletê û desthilatdariyê bin. Got divê partiyên sosyalist li ser esasê ekolojiya civakî, azadîxwaziya jinê û civaka demokratîk be.’’
‘BI PARADÎGMAYA DEWLETÊ SOSYALÎZM NABE’
Kalkan bi domdarî got "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ji bo vê diyar kiriye ku şoreşê mirov wekî hilweşandina netew-dewletê û li şûna wê avakirina netew-dewletekê bibîne şaş e û ev weke şoreşê nedîtiye; di vê rewşê de tenê rêveber û komên berjewendiyê diguherin, lê zext, mêtingerî, berjewendî weke xwe dimînin, di dewletê de domdarî dimîne. Ji bo vê jî, ‘ha ev dewlet ha ew dewlet’, ‘ha dewleta burjuvaziye ya jî ya proletarya’, dewlet amûra zext, zordarî, mêtingeriyê ye. Kîjan dewlet dibe bila bibe amûra tehekkûmê ye, karakterê xwe ev e. Ji bo vê mirov nikare bibêje, ‘a te neçê ye, ya min çê ye’ û mirov nikare bike armanc."
Kalkan bi domdarî got, ‘’Naxwe bi paradigmaya dewletî sosyalizm nabe. Rêgezên dewletê û sosyalîzmê bi nakok in.’’ Bi amûra zext û zorê ya dewletê, mirov nikare rêgezên sosyalîzmê azzadî, wekheviyê, hevgirtinê, parvekirinê û jiyana komunal ava bike. Ji bo vê jî weke Marks gotî, ‘’pêdivî bi pergaleke ne dewletê heye.’’ Rêber Apo ji vê re ‘Konfederalîzma Demokratîk’ got. Konfederalîzma Demokratîk jî sparte ser Xweseriya Demokratîk. Ango bi rengekî demokratîk li ser bingeha rêxistina azad û wekhev tevlêbûn. Got divê yekîtiya demokratîk bibe esas lê bi hev re, divê her rengê cuda bikaribe bi azadî rêxistiniya xwe bike, bi vîna azad tevlî nav yekîtiyê bibe. Ji vê re ‘’Xweseriya Demokratîk’’ got. Nirxand ku pergala desthilatdarîxwaz û dewletî ya 5 hezar salî, hemû kêşeyên civakî yên ji vê pergalê, bi projeyeke wiha, bi sîstemeke wiha dikare were çareserkirin û pêşbîninya rêxistiniya vê ya bi her astê kir. Li qada xwecih pêşbîninya Konfederalîzma Demokratîk, li qada herêmî Konfederalîzma Demokratîk, herî dawî jî, bi asta global bi Konfederalîzma Demokratîk, pêşbîniya rêxistiniya ‘Kongreya Demokrasiyê ya Global’ kir. Helbet li ser xweseriyên herêmî û xwecih ev pêşbînî kir.
‘ENTERNASYONALÎZM PIR ŞÎLO YE’
Kalkan bi berdewamî got ‘’Hevgirtina navneteweyî’ yan jî ‘enternasyonalîzm’ pir giştî ye, şîlo ye. Divê em vê bebiçav bikin. Ev jî bi Kongreya Demokrasiyê ya Dinyayê, bi rêxistiniya vê ya bi asta herêmî û global dibe. Têkiliyên navneteweyî, hevgirtinê divê em ji asta ku destekê diyar dikin derxînin, bînin asteke wiha ku di nav pergala Konfederalîzma Demokratîk de xebata hevpar dide ber xwe û bi pêş ve dibe. Heke wiha bibe bi asteke pêşketîtir, alîkariyê, tevgera hevpar a hevgirtinê, meşa bi hev re vedibêje. Divê hedefa me ev be.
Divê em hevgirtinê, ji daxuyaniyên destekdayinê wêdetir, bêyî ku em bi destekdayinê, hevrêtî û dostaniyê sînordar bikin, divê em gewde bikin, berbiçav bikin. Têrê nake ku tenê em bibêjin, ‘’em hevrê ne, destekê didine we’, divê rê û rêbazên têkoşîna hevpar werin dîtin. Divê em teşeyên rêxistiniyê bi dest ve bînin.
‘DIVÊ HEVGIRTIN VEGUHERE DESTEKE BERBIÇAV’
Divê hevgirtin vedguhere desteka bebiçav. Ev berbiçavî jî bi rêxistinî û çalakiya hevpar dibe. Rêxistiniya hevpar, bi teqezî bi wê pêk tê ku Kongreya Demokrasiyê ya Cîhanê yan jî bi asta herêmî û global rêxistiniya Konfederatalîzma Demokratîk dibe, di têkiliyên ku dixwazin vê pêk bînin, armanc dikin, bi yekîtî, tifaq, rêxistinî, pergalên xebatan hevpar dibe.
Divê em vê esas bigirin. Rêxistiniya şoreşgera ya li ser zemîna Teoriya Modernîteya Demokratîk û hevgirtina navneteweyî ya çalakiyan, divê li ser vê zemînê bin. Bi vî rengî divê berbiçav bibe, bi gewde bibe, biqulibe ser rêxistiniyê û çalakiyê. Heke wiha bie wê girîng û watedar be û nirxdar be.’’
Kalkan bi berdewamî got li şûnA rêxistiniyeke bi navenda dewlet û desthilatdariyê divê em bibin partiyên bi navenda civakê, azadiya jinê û ekolojiye, bibin partiyên ku bibin şandeya rêveber a pêşengiya civakê, divê tevgerên wiha derxînin holê ku li her qadê partî wiha rêxistinî dibin, pêşengiyê dikin,şoreşa civaka demokaratîk û azadîxwaziya jinê pêk tê, da ku hevgirtina navneteweyî û xebata hevpar berbiçav bibe.
‘JI HER DEMÊ ZÊDETIR PÊDIVÎ BI HEVGIRTINÊ HEYE’
Kalkan bi berdewamî bi rexnedayî nêzîk bû, got wan di vê hêlê de zêde xebat nekirine û got,’’Weke PKK’ê bi rastî jî kêmasiyên me hene. Lê di serdema nû de yek ji xebata herî girîng a PKK’ê diviya ev bûye’ û got, ‘’Em hêvî dikin ku di dema pêş de,PKK wê kêmasiya xwe temam bike, li ser zemîna biryarên ku xeta wê tîne, li ser plansaziyan wê li hêlekê şoreşa Xweseriya Demokratîk li Kurdistanê pêk bîne, wê vê bi rewşa pêşengbûna Şoreşa Demokratîk a Rojhilata Navîn bi pêş ve bibe û li Şoreşa Rojhilata Navîn jî weke parçeyeke ji Şoreşa Xweseriya Demokratîk a Global, bi pêşengîbûnê pêk bîne.
Em bi îhtîmalê nabînin ku wiha tenê li qadekê bi şoreşan wê çareserî pêk were. Pratîka sosyalîzma reel jixwe ev piştrast kir. Naxwe ji her demê zêdetir pêdivî bi têkiliyên herêmî, global, bi tifaqan, bi hevgirtinan heye. Hem ji hêla teorik pratik ve ji bo ku Tevgera Sosyalîst a Demokatîk bi ser bikeve, bi xebatên vê çarçoweyê re têkildar e. Şoreş bi hêza ku ji wir standî wê bi pêş ve biçe, heke wiha nebe wê xwecih bimîne, teng bimîne. Bêguman di geşbûna demokratîk de însîyatîfa xwecih esas e lê tim di asta xwecih de wiha parçe parçe namîne. Xweseriya Demokratîk li ser zemîna Konfederalîzma Demokratîk dive bibe yek. Ji bo vê jî divê bigihije asta herêmî û global. Tenê li wir dikare berbiçav bibe û bi pêş ve biçe.’’