Bayık: Newroz îsal wê Newroza berxwedana Efrînê
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemil Bayık got, Newroza îsal wê bi berxwedana Efrînê re bibe yek û bang li her kesî kir ku dakevin qadan.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemil Bayık got, Newroza îsal wê bi berxwedana Efrînê re bibe yek û bang li her kesî kir ku dakevin qadan.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemil Bayık bal kişand ser gefên Erdogan ku dibêje 'wê şer bidome' û diyar kir, ev gotin tenê propaganda nîne û destnîşan kir, yekane rêya mayina li ser desthilatdariyê ya AKP-MHP'ê şerê li dijî Kurdan e.
Bayık di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de, li ser êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê û rêveçûna şerê navbera dewleta Tirk û Kurdan bersiv da pirsên rojnameya Yeni Özgür Politikayê.
Bayık diyar kir, faşîzma AKP-MHP'ê hem ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan hem jî ji ber dijminatiya li demokrasiyê êrîşî Efrînê kiriye û got, "Sedem û hîmê bingehîn ê vê êrîşê, hesabê faşîzma AKP-MHP'ê ya ji bo mayina li ser desthilatdariyê ye. Hesabekî wiha kir ku faşîzma AKP-MHP'ê hê bêhtir giraniyê bide ser hewldana ji bo dagirkirina Efrînê. Tayyip Erdoğan dît ku wê ji desthilatdariyê bikeve. Fêhm kir ku tişa karibe pê li ser desthilatdariyê bimîne, şerekî li derve ye û bi vê armancê êrîşî Efrînê kir ku qels didît."
ŞERÊ DI NAVBERA DEWLETA TIRK Û KURDAN DE WÊ DI DEMEKE KIN DE NEQEDE
Bayık got, "Bersiva pirsa 'şerê li Efrînê wê çiqasî dewam bike' di dema pêş de wê diyar bibe" û wiha dewam kir: "Mîadê şerê li Efrînê tenê bi helwesta dewleta Tirk an jî îradeya berxwedanê ya berxwedêrên li wir girêdayî nîne. Ew faktorên bingehîn in, lê belê polîtîkayên li qada navneteweyî, polîtîkayên herêmê jî dikarin rêveçûna şerê li Efrînê biguherînin û bandorê li ser mîadê vî şerî bikin. Yekîtiya Kurdan, piştevaniya Kurdan a bi Efrînê re li her qadê, têkoşîna wan a di vî warî de dikare bandorê li ser dema şerê li Efrînê bike. Ji xwe dewleta Tirk dibêje, 'Piştî Efrînê Minbic e' û tevahiya sîstema demokratîk a Rojava kiriye hedef. Ji ber vê yekê, şerê navbera dewleta Tirk û Kurdan wê di demeke kin de neqede. Beriya her tiştî divê ev rastî were dîtin. Şerê faşîzma AKP-MHP'ê yê li dijî Kurdan wê hê dewam bike.
Ev yek eşkere bûye; heta ku faşîzma AKP-MHP'ê ya qirker û dijminê Kurdan, heta ku ev desthilatdarî neyê şikandin ne tenê li Bakurê Kurdistanê li gelemperiya Rojhilata Navîn Kurd nikaribin bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk. Ji ber vê yekê êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê dest pê kirin û berxwedana li dijî van êrîşan tê kirin, çi li Efrînê, çi li herêmên din ên Rojava, Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Bakurê Kurdistanê bi kurtasî wê li her derê bidome."
YEKANE RÊYA MAYINA LI SER DESTHILATDARIYÊ AKP-MHP'Ê ŞER Û DIJMINATIYA LI KURDAN E
Bayık da xuyakirin ku Erdoğan wê polîtîkaya şer bidomîne û got, "Ji xwe dibêje ku wê bidomîne. Ev yek tenê propaganda nîne. Niha yekane rêya mayina li ser desthilatdariyê ji bo desthilatdariya AKP-MHP'ê polîtîkaya şer e, dijminatiya li Kurdan e. Hem dijminatiya li Kurdan a ji bo qirkirinê, hem jî hewldana ji bo mayina li ser desthilatdariyê nîşan dide ku ev şer wê di dema bê de girantir bibe. Ji xwe sedema girtina ewqas mirovan li Tirkiyeyê ev e. Girtina welatparêzên Kurd, hemû siyasetmedaran, pêwendiya xwe bi polîtîkaya şer heye. Yên ku xwedî polîtîkayeke şer e vê dikin. Eger li dijî Kurdan polîtîkayeke giran a şer nebûya, wê pêwîstî bi girtina ewqas kesî nedîtibûna."
Li ser helwesta Kurdan û hêzên demokrasiyê ya li dijî vê yekê Bayık got, "Divê Kurd û hêzên demokrasiyê xwe li gorî vê amade bikin. Eger faşîzma AKP-MHP'ê bi êrîşa dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê li ser desthilatdariyê dimîne, divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê vê rastiyê bibînin û li dijî faşîzma AKP-MHP'ê polîtîkayên hevpar biafirînin û ji têkoşînê re amade bin."
Bayık destnîşan kir ku Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê divê pêşî li desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bigirin û diyar kir ku rêya vê yekê jî tifaqa demokrasiyê û têkoşîna hevpar e.
DESTHILATDARIYA HEYÎ YA AKP-MHP'Ê DESTHILATDARIYA QIRKIRINÊ YE
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemil Bayık bi dewamî got, "Bi rastî jî desthilatdariya heyî ya AKP-MHP'ê desthilatdariya qirkirinê ye. Girîng e ev rastî ji aliyê her kesî ve were zanîn; dema ku neteweperestî bi ol hate nirxumandin, encama vê wê qirkirin be. Qirkirina Ermeniyan jî, Qirkirina Yahûdiyan jî bi nixumandina neteweperestiyê bi ol hatibûn kirin. Bi yekkirina neteweperestî û olperestiyê re niha dixwazin Kurdan qir bikin. Nê hêsan e ku qirkirin tenê bi neteweperestiyê, bi îdeolojiyên neteweperest bê kirin. Zehmet e ku tenê bi neteweperestiyê qirkirinê bikin. Ji ber ku exlaqê civakî wê li ber vê rabe. Lê belê dema ku olperestî ber bi aliyê neteweperestiyê ve kişand, wê wextê bi berevajîkirina nirxên civakî, yanî nirxên bawermendan dikare pêşî li qirkirinê bê vekirin. Armanc ji yekkirina olperestî û neteweperestiyê pêşîvekirina li qirkirinê ye."
MÎNA QIRKIRINA ERMENIYAN, NIHA JÎ BI QIRKRINA KURDAN DIXWAZE DESTHILATDARIYA XWE BIDOMÎNE
Bayık destnîşan kir ku Erdoğan ji ber vê yekê neteweperestî kiriye alek û xistiye destê xwe û wiha dewam kir: "Nîşaneya 'bozkurt' nîjadperestan jî kir. MHP niha bi temamî destekê dide Erdoğan. Senteza Tirk-Îslamê bi Erdogan re pêk anîne. Polîtîkaya qirkirinê ku jê re senteza Tirk-Îslam tê gotin, di tifaqa AKP-MHP'ê de şênber bûye. Girîng e Kurd vê rastiyê bibînin. Kurdên ku hê dane didin dû dûvikê desthilatdariya AKP'ê û demagojiyên wan bawer dikin, divê zanibin ku bi zanebûn an jî nezanî dibin hevparê qirkirina Kurdan. Ev tê wateya xwekuştinê.
Qirkirina Ermeniyan jî di dema jihevketina Osmanî de hatibû kirin. Bi qirkirina Ermeniyan re dixwestin Împaratoriya Osmaniyan li ser piyan bigirin. Niha jî netewe dewleta qirker a desthilatdariya AKP-MHP'ê bi qirkirina Kurdan hewl dide xwe biparêze."
ÇI BI SERÊ ENVER PAŞA HAT WÊ BI SERÊ ERDOGAN JÎ BÊ
Bayik destnîşan kir ku ev yek wê bi ser nekeve û got, "Di sedsala 21'ê de xwediyên vê polîtîkayê wê bifetisin. Erdoğan îro bûye Enver Paşa, Çi bi serê Enver Paşa hat wê heman tişt bi serê Erdoğan jî bê. Polîtîkaya ku Erdoğan pê bi rê ve diçe, wê encameke ji vê cudatir bi xwe re nîne. Polîtîkaya ku faşîzma AKP-MHP'ê pê dimeşe, li rastiya Tirkiyeyê, li rastiya Rojhilata Navîn û li rastiya cîhanê nayê." Bayik diyar kir encama vê yekê jî, çi zû çi jî dereng wê tinebûna faşîzma AKP-MHP'ê be.
HELWESTA GELÊ BAŞÛR JI BO EFRÎNÊ GELEKÎ HÊJA YE
Di dewama axaftina xwe de Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser helwesta gelê Kurd a li dijî vê polîtîkayê û got, "Helwesta gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrîşên li ser Efrînê bi rastî jî hêja ye. Gel di asteke bilind de bi berpirsyarî tevgeriya ku hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê neçar man kêm jî be helwestekê nîşan bidin. Îro hê jî li dijî dagirkirina Efrînê çalakî tên kirin. Gelê Başûrê Kurdistanê ev yek dîtiye; Heta ku gelê Kurd nebe yek, heta ku parçeyên Kurdistanê destekê nedin hev, nepêkane ku destketiyên li Başûrê Kurdistanê werin parastin. Gelê Kurd, bi desteka hev dikare destketiyên li hemû partiyan biparêze. Gelê Başûrê Kurdistanê girîngiya yekîtiya Kurdan û demokrasiya nava Kurdan dibîne. Dîtin ku Kurd nebin yek, li cihê lê ne demokrasiya Kurdan neafirînin û li ser vê bingehê têkoşîna demokratîkbûna welatên herêmê xurt nekin, wê nikaribin bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk. Xwedîderketina li Efrînê xwedîderketina li xwe ye."
HATIYE DÎTIN KU DEWLETA TIRK DIJMINÊ HEMÛ KURDAN E
Bayık anî ziman ku ev yek jî hatiye dîtin; dewleta Tirk ne tenê dijminê gelê Bakurê Kurdistanê ye, her wiha dijminê hemû Kurdan e û wiha pê de çû: "Baş hatiye fêhmkirin ku dewleta Tirk serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike. Ev rastî hem di polîtîka û pêkanînên li Bakurê Kurdistanê, hem helwesta di dema krîza Kerkûkê, hem jî bi hewldana dagirkirina Efrînê re eşkere bûye. Ji ber vê yekê li dijî dagirkirina Efrînê bi berpirsyarî tevgeriya ye. Dibînin ku dewleta Tirk a ku îro li Efrînê vê polîtîkayê dimeşîne, wê sibe jî li Başûrê Kurdistanê bi vî rengî tevbigere. Ji ber ku dewleta Tirk, desthilatdariya AKP'ê gelek caran bi gotina 'Şaştiya ku me li bakurê Iraqê kir em ê li bakurê Sûriyeyê nekin' zîhniyet û polîtîkaya xwe raxist pêş çavan. Xwedîderketian li Efrînê encama fêmkirina vê rastiya dewleta Tirk e."
BALA GELÊ ME YÊ LI EWROPAYÊ HER TIM LI SER TÊKOŞÎNÊ BÛ; NIHA JÎ BI BERPIRSYARIYA XWE RADIBE
Ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê jî Bayık ev nirxandin kir: "Bala gelê me yê li Ewropayê her tim li ser têkoşîna li Kurdistanê ye. Kengî li Kurdistanê êrîş bû, kengî zor û zehmetî derkete pêşiya gelê me, gelê me yê li Ewropayê xwedî li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Kurdistanê derket, xwedî li berxwedanê derket. Lewma gelê me yê li Ewropayê mîna duh îro jî bi erk û berprisyariya xwe radibe. Dema ku mirov giraniya dagirkeriyê û mezinahiya êrîşê didin pêş çavên xwe, dibînin ku divê ev berxwedan û têkoşîn hê bê xurtkirin. Ji ber ku Ewropa deriyê cîhanê ye. Mirov dikare ji wê derê bang li tevahiya cîhanê bikin. Bandora têkoşîna gelê li Ewropayê ne tenê li Ewropayê, li tevahiya cîhanê dibe. jiyana civakî û siyasî ya li Ewropayê xwedî taybetmendiyeke bi vî rengî ye."
Bayik got, "Divê mirov karibin wijdanê gelê li Ewropayê rakin ser piyan û bikin ku hêzên siyasî bi berpirsyarî tevbigerin. Ji ber vê yekê girîng e çalakî hê bi bandor bin. Gelê me yê li Ewropayê dikarin bi rê û rêbazên dewlemend vê yekê bike."
NEWROZA ÎSAL WÊ BI BERXWEDANA EFRÎNÊ RE BIBE YEK
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemil Bayık bi wesîleya Newroza îsal jî ev nirxandin kir: "Newroz îsal wê bi berxwedana li Efrînê re bibe yek. Ne tenê li Ewropayê, wê li hemû parçeyên Kurdistanê Newroz bi vê karakterê were pîrozkirin. Navenda têkoşîna azadî û demokrasiyê ya heyî Bakurê Kurdistanê ye. Têkiliya êrîşa li ser Efrînê û Rojava bi têkoşîna Bakurê Kurdistanê re heye. Ji ber ku pirsgirêka Kurd a li Bakurê Kurdistanê nehatiye çareserkirin, dijminatî li Rojava, li Başûrê Kurdistanê tê kirin. Dagirkirina Efrînê tê wateya birina şerê li Bakurê Kurdistanê ber bi Efrînê ve. Lewma êrîşa li Efrînê tê kirin êrîşa li dijî hemû Kurdistaniyan e. Ji xwe êdî çarenûsa ti parçeyekî Kurdistanê ji parçeyekî din cuda nîne. Bi taybetî çarenûsa Bakur û Rojava bi hev ve hatiye girêdan. Ji ber vê yekê ye ku desthilatdariya AKP'ê ji destpêkê ve dijminatiyê li Şoreşa Rojava dike. Ev hemû êrîş parçeyek ji polîtîkaya tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê ye. Ji ber ku pê zanin, heta ku têkoşîna azadiyê li Bakur nikaribin tasfiye bikin, wê nikaribin têkoşîna azadiyê ya li parçeyên din bê bandor bikin. Lewma gelekî girîng e ku di Newroza 2018'an de hem xwedî li Efrînê bê derketin, hem têkoşîna li Bakur bê xurtkirin û pêşvebirin."