ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Îranê dîsa xwîn rijiya
Îranê xwest bajarê Kazerûn ê eyaleta Farsê bike du beş. Li ser vê biryarê gel rabû ser pêyan. Hêzên ewlekariya Îranê gule li ser xwepêşanderan reşand, 6 kes mirin û nêzî 40 kes jî birîndar bûn. -
Suryan ew ê xwedî li HDP’ê derkevin
Alîkarê Serokê Komeleya Hevgirtinê ya Suryanan a Stockholmê Suleyman Boyaci diyar kir ku HDP tekane partî ye ku berjewendiya karker, kedkar û gelên kêmneteweyan diparêze û bal kişand ser vî tiştî ku ew ê Suryan di 24’ê Hezîranê de xwedî li HDP’ê derkevin. -
Di lêpirsîna PKK'ê de wê testa DNA'yê ya çepgirê Elman bê kirin
Ji ber ku di pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya bajarê Freiburg ê Elmanyayê de ala PKK'ê hate vekirin, wê bi zorê testa DNA'yê aktîvîstekî çepgir ê Elman were kirin. -
Die Welt li ser nûçegihan Nedîm Turfent nivîsî
Yek ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê Die Welt li ser rojnamevaniya nûçegihanê DÎHA'yê Nedîm Turfent nivîsî ku 2 sal in li girtîgehê ye. -
Husson: Jinên Kurd bi nêrînên Ocalan têdikoşin
Derhênera fîlmê "Keçên Rojê" ku qala berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ'ê dike û mohra xwe li 71. Festîvala Fîlman a Cannesê xist Eva Husson got, têkoşîna jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê ye. -
ROJEVA 17'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Gulana 2018'an. -
Carek din gel li dora Sifreyên Rûyê Erdê li hev civiyan
Bi pêşengiya Misilmanên Antîkapîtalîst li Qada Galatasaray Taksîm Sifreyên Rûyê Erdê hate danîn û fitara destpêkê ya meha Remezanê hate vekirin. -
Li Mannheîmê ji bo Demîrtaş û HDP’ê standa piştgiriyê hate vekirin
Kurdistaniyên li bajarê Mannheîmê dijîn ji bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên 24’ê Hezîranê standa agahdarkirinê vekirin. -
Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê didome
HDP’ê di çarçoveya hilbijartina 24’ê Hezîranê li gelek cihan navendên hilbijartinê vekir. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş.. -
NCDK’ê li Sydneyê kongreya xwe li dar xist
NCDK’ê li bajarê Sydney ê Avûstralayê kongreya xwe li dar xist û peyama geşkirina têkoşînê di kongreyê de hate dayîn. -
HDP’ê li Rihayê bernamzetên xwe da nasîn
HDP’ê li Rihayê 50 bernamzetên xwe da nasîn. Hevserokê HDP’ê yê Rihayê Yavûz diyar kir ku Riha ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê amade ye. -
ÎHD: Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne nebaş e
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê ya ÎHD'ê ji bo 4 girtiyên ji 20'ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê de ne li hev civiya. Komîsyonê işaret bi xeteriya li ser jiyana girtiyan kir. -
Rûniştina 5. a doza Yuksekdag sibe ye
Rûniştina doza Hevseroka HDP'ê ya dîlgirtî Fîgen Yuksekdag sibe ye. HDP'ê ji bo piştgiriyê bang kir. -
OPCW piştrast kir ku li Îdlibê klor hatiye bikaranîn
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) piştrast kir ku li herêma Sarakeb a Îdlibê meha Sibatê çeka kîmyewî ya bi gaza klorê hatiye bikaranîn. -
Erdogan û sendroma Kobanê
Tevî ku nêzî 3 sal di ser rizgarkirina Kobanê re derbas bûne, hê jî kula Kobanê ya di dilê Erdogan zindî ye. Erdogan bandora sendroma Kobanê pêr di serdana xwe ya Îngilîstanê de careke din nîşan da. -
Dolar û Euro rekoreke din şikand
Bi nêzîkbûna hilbijartinên 24'ê Hezîranê re, qîmetê Dolar û Euro yê li hemberî lîreyê Tirk kêlî bi kêlî zêde dibe. -
HDK: Çareseriya meseleya Fîlîstînê bi destê gelan dibe
HDK'ê bi tundî li ber komkujiya li gelê Fîlîstînê tê kirin rabû û berxwedan silav kir. HDK'ê got, AKP dixwaze vê komkujiyê ji xwe re bike amûreke ji bo hilbijartinê. -
'Nîvê gelê Başûrê Kurdistanê ji partiyên desthilatdar nerazî ye'
Rojnamevan û analîstê siyasî Kemal Çomanî "Ji sedî 50 gelê Başûrê Kurdistanê PDK û YNK’ê naxwaze. Hilbijartin jî nîşaneya vê ya eşkere ye." -
Endamên ESP'ê hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Stenbolê avêtin ser malên endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP). -
Elmanya hîn jî dagirkeriya li Efrînê ji nedîtî ve tê
Hikumeta Elman a Federal ji bo pêşnûme pirsa li ser drama însanî ya piştî dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê rû da, ev bersiv da: Dibe ku li Efrînê mafên sivîlan nehatibin parastin. -
ROJEVA 16'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Gulana 2018'an. -
HDP’ê li gelek navendan buroyên hilbijartinê vekir
Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bê navber dom dike. Îro li gelek navendan buroyên hilbijartinê hatin vekirin, bi gel re civiyan û serdana partiyên siyasî û dezgehan hate kirin. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş.... -
Hunermend Aydinlar li Stenbolê hat girtin
Hunermend Pinar Ayndinlar dema ji Elmanyayê vedigeriya li Balafirgeha Ataturk hate destgîrkirin. Ayndînlar ji ber 10 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, hate girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.