HDP’ê li gelek navendan buroyên hilbijartinê vekir
Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bê navber dom dike. Îro li gelek navendan buroyên hilbijartinê hatin vekirin, bi gel re civiyan û serdana partiyên siyasî û dezgehan hate kirin.
Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bê navber dom dike. Îro li gelek navendan buroyên hilbijartinê hatin vekirin, bi gel re civiyan û serdana partiyên siyasî û dezgehan hate kirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên Hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Wan, Îdîr, Erzirom, Agirî, Qoser, Hatay û Edeneyê bi tevlêbûna parlamenter, endam û rêveberên HDP'ê jî di nav de bi girseyî û coş buroyên hilbijjartinê vekir. Li gelek navendan serdana gel û esnafan jî hate kirin.
WAN
Rêxistina HDP'ê ya Wanê piştî li navçeyên Artemêt, Seray, Qelqelî û Payizava buroyên hilbijartinê vekir, niha jî li Bêgirê buroya hilbijartinê bi coşek mezin vekir.
ÎDIR
Rêxistina HDP'ê ya Îdirê bi tevlêbûna Parlamenterê HDP'ê yê Elihê Mehmet Alî Aslan endam û rêveberên HDP'ê li navenda bajar serdana esnafan kirin û bi wan re axivîn.
AGIRÎ
Rêxistina HDP'ê ya Agiriyê jî li Navçeya Giyadinê ya Agiriyê bi tevlêbûna parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan û rêveberan buroya hilbijartinê vekir.
ERZIROM
Rêxistina HDP'ê ya Erziromê jî bi heman armancê li navçeyên Qereyazî û Qereçobanê bi girseyî buroyên hilbijartinê vekir. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî endam û rêveberên HDP'ê û gelê navçeyan tevlî vekirinê bûn.
MÊRDÎN
Rêxistina HDP'ê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi heman armancê bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Mehmet Alî Adiyaman û rêveberên HDP'ê buroya hilbijartinê vekir.
EDENE
Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê Rêxistina EMEP, ODP û Şaxa Malên Gel ên Edeneyê ziyaret kir.
HATAY
Rêxistina HDP'ê ya Hatayê jî starta Hilbijartinê li Navçeya Îskendûrê bi vekirina buroya hilbijartinê da. Buroya hilbijartinê bi tevlêbûna Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik û rêveberên HDP'ê bi coşek mezin hat vekirin.