Endamên ESP'ê hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li Stenbolê avêtin ser malên endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP).

Li navçeyên Bagcilar, Sûltangazî û Ataşehîr ên Stenbolê, polîsan nîvê şevê saet 2'an avêtin ser gelek malan. Polîsên ku derî şikandin û ketin hundir, mala talan kirin.

Li Ataşehîrê, avêtin ser mala Celal Yaman a li taxa 1 Mayisê. Piştî lêgerîna li nava malê, Yaman hate destgîrkirin.

Li Sûltangaziyê jî di serdegirtina taxa Gaziyê de Cansel Çevîk û Gîzem Şahîn Sever hatin destgîrkirin.

Wekî din, gelek kesên ku der barê wan biryara destgîrkirinê heye, li malê nehatin dîtin.