Die Welt li ser nûçegihan Nedîm Turfent nivîsî

Yek ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê Die Welt li ser rojnamevaniya nûçegihanê DÎHA'yê Nedîm Turfent nivîsî ku 2 sal in li girtîgehê ye.

Rojnameya Die Welt ev demeke bi sernavê "#Freethemall" qala jiyana nûçegihanên li gelemperiya cîhanê girtî ne dike. Rojnameyê herî dawî bla kişand ser rewşa nûçegihanê Kurd Nedîm Turfent ku 12'ê Gulana 2016'an li Wanê hate girtin û bi daxwaza cezakirina 22,5 sal cezayê girtîgehê tê darizandin.

Di spota nivîsê de wiha hate gotin, "Nûçegihan Denîz Yucel ji girtîgeha li Tirkiyeyê hate berdan. Lê hê bi sedan nûçegihanên mîna wî li girtîgehan e. Em ê wan ji bîr nekin. Em ê îro qala Nedîm Turfent bikin." Rojnameyê destnîşan kir ku Turfent ji ber ku li ser Kurdan nûçe amade dikir hatiye girtin.

Rojnameyê ragihand ku dozgerên Tirk Turfent sûcdar dike ji ber ku li ser YPG'ê nûçe çêkiriye û ev agahî da: "Nahêlin ku Turfent derkeve pêşberî dadgehê. Herî dawî di teknîka bi dîmen a dadgehê de pirsgirêka deng derket. Parêzer dixwazin dozê bibin ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Lê belê beriya her tiştî divê pêvajoya darizandinê ya li Tirkiyeyê biqede. Ev jî dibe ku bi salan dewam bike."