Rûniştina 5. a doza Yuksekdag sibe ye

Rûniştina doza Hevseroka HDP'ê ya dîlgirtî Fîgen Yuksekdag sibe ye. HDP'ê ji bo piştgiriyê bang kir.

Rûniştina 5. a doza li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hatiye vekirin, sibe wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ji aliyê 16. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve bê kirin. Rûniştin wê sibe saet 09:30'î dest pê bike. Çav li rê ye, Yuksekdag ku 18 meh in li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye tevlî rûniştinê bibe û li ser hilbijartina ferzkirî biaxive.

Parlamentera Êlihê ya HDP'yî Ayşe Acar Başaran got, "Tevî ku endametiya partiyê û wekîltiya Yuksekdag hatiye betalkirin jî, Yuksekdag beşek ji têkoşîna HDP'ê ye. Hewl dide li girtîgehê jî têkoşîna jinê bimeşîne. Wê bibe dengê jinên dîlgirtî."

Başaran bang li jinan kir ku tevlî rûniştina sibe bibin.