HDK: Çareseriya meseleya Fîlîstînê bi destê gelan dibe

HDK'ê bi tundî li ber komkujiya li gelê Fîlîstînê tê kirin rabû û berxwedan silav kir. HDK'ê got, AKP dixwaze vê komkujiyê ji xwe re bike amûreke ji bo hilbijartinê.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li ser komkujiya ku li Xezzayê di dema xwepêşandanên protestoyî de li dijî Fîlîstîniyan hate kirin, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di salvegera 70'ê ya Nakba de careke din xwîn li axa Fîlîstînê hatiye rijandin û êşên giran der bûne.

HDK'ê diyar kir ku AKP dixwaze komkujiya li Fîlîstînê hatiye kirin ji bo hilbijartinê weke amûrekê bi kar bîne û wiha dewam kir: "Desthilatdariya Qesrê ya li Tirkiyeyê, li ser êşên gelê Fîlîstînê dikişîne hestiyariyeke sexte diafirîne û hewl dide vê rewşê di hilbijartinê de ji bo xwe bi kar bîne."

HDK'ê diyar kir ku baweriya wan a bi aştiyê tam e û got, "Yên ku aştiyê bînin Rojhilata Navîn, ferasetên dagirkeriyê yên riziyayî nîne. Aştî wê bi destê gelan bê. Ruhê têkoşînê yê ku gelê Fîlîstînê didomîne di vê rêyê de hêvî, cesaret ûbaweriyê dide gelên Rojhilata Navîn û cîhanê. Bi navê gelên me, em van êrîşên li dijî Fîlîstînê şermezar dikin û sersaxiyê ji gelê Fîlîstînê re dixwazin."