Di lêpirsîna PKK'ê de wê testa DNA'yê ya çepgirê Elman bê kirin

Ji ber ku di pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya bajarê Freiburg ê Elmanyayê de ala PKK'ê hate vekirin, wê bi zorê testa DNA'yê aktîvîstekî çepgir ê Elman were kirin.

Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê sendîkayan roja 1'ê Gulanê xwepêşandaneke girseyî kiribûn û komek ji çepgirên Elman ji bo destekê bidin Tevgera Azadiyê ya Kurd alayên PKK, YPG û PYD'ê vekiribûn. Lê belê polîsan êrîşî komê kiribû. Aktîvîstekî komê alayeke mezin a PKK'ê bi avahiyekê vekiribû û bi hinceta vê yekê aktîvîstek ji bo demekê hatibû destgîrkirin.

Li gorî nûçeya servîsa Elmanî ya ANF'ê, dozgeriyê biryar da ku testa DNA ya aktîvîst bê kirin. Li Elmanyayê cara yekê ye ku di dozeke siyasî de testa DNA tê kirin. Lewma biryara dozgeriyê rê li ber nerazîbûnan vekir. Tê gotin, aktîvîstê çepgir wê 18'ê Gulanê biçe cem polîsan û testa DNA bike.

Berdevka Freiburg Roten Hilfe Anna Fuhrmann diyar kir ku biryara dozgeriyê ji bo têkbirin û krîmînalîzekirina komên çep ên Elman e û got, "Cihê şermê ye ku mîna zextên rejîma Erdogan ên li Kurdan dike, li Elmanyayê jî tê kirin."

'ÊRÎŞA LI DIJÎ MAFÊ WELATÎBÛNÊ YE'

Fuhrmann destnîşan kir ku kirina testa DNA di lêpirsîna siyasî de, êrîşek li dijî parastina agahiyên jiyana taybet a şexs e û wiha dewam kir: "Tevî ku sûcekî krîmînal nîne jî, balkêş e ku hevalekî me tenê ji ber vekirina ala PKK'ê li pêkanîneke wiha rast tê. Di lêpirsînên siyasî de qeydkirina agahiyên şexsî binpêkirina mafê welatîbûnê ye."

Rayedara Roten Hilfe (Alîkariya Sor) ku saziyeke alîkariyê ya Elman e Anna Fuhrmann bang li her kesî kir ku roja 18'ê Gulanê saet 13:00 li ber qereqola "Polizeirevier Sued" li hev bicivin û bi xwepêşandanekê nerazîbûnê nîşanî vê yekê bidin.