Hunermend Aydinlar li Stenbolê hat girtin

Hunermend Pinar Ayndinlar dema ji Elmanyayê vedigeriya li Balafirgeha Ataturk hate destgîrkirin. Ayndînlar ji ber 10 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, hate girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.

Hunermend Pinar Aydinlar dema ji vegera Elmanyayê li Balafirgeha Ataturk a li Stenbolê hate destgîrkirin. Aydinlar di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de namzeta HDP’ê ya Îzmîrê bû û ji ber axaftinên kiribû 10 meh ceza lê hatibû birîn. Hat zanîn ku Aydinlar bi boneya cezayê wê hatiye erêkirin hatiye destgîrkirin.

Dest danîn ser pasaporta Aydinlar û birin Dadgeha Bakirkoyê ya Stenbolê. Piştî biryara girtinê li miqabilî Aydinlar hat xwendin şandin Girtîgeha Jinan Bakirkoyê.