HDP’ê li Rihayê bernamzetên xwe da nasîn

HDP’ê li Rihayê 50 bernamzetên xwe da nasîn. Hevserokê HDP’ê yê Rihayê Yavûz diyar kir ku Riha ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê amade ye.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê ji bo nasandina bernamzetên xwe civîna çapemeniyê lidarxist.

Civîn li Kafeya Bîg Nobel hate lidarixstin, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş û gelek kes beşdarî civînê bûn. Li salona civînê pankarta ‘Welatî, hevrê, heval Demîrtaş’ û ‘Li her derê, bi hev re ji bo em bibêjin em ê bi ser bikevin’ hate daliqandin.

 Destpêkê di civînê de ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe dane, bi qasî deqîqeyekê rêz hate girtin. Piştre Hevserokê HDP’ê yê  Rihayê Ridvan Yavuz axivî û got: “Em wek Riha ji hilbijartinê re amade ne. Di hilbijartina 7’ê Hezîranê de gelek hevalên me xebat bi rê ve birin, niha girtî ne. Em ê li ser navê hevalên xwe jî bixebitin.” 

Piştre parlamenter Nîmettûllah Erdogmûş axivî û destnîşan kir ku ji bo HDP di bin bendê bimîne hemû partiyan plan kiriye û got: “Di hilbijartina Hezîran û Mijdarê de ev tişt kirin, lê bi ser neketin. Ew her du tifaq çi dikin bila bikin wê nikaribin HDP’ê di bin bendê de bihêlin.”

Piştî axaftina Erdogmûş bernamzetên wekîliyê yên HDP’a Rihayê hatin danasîn. 54 kesên serlêdan kirine yek bi yek navê wan hat xwendin.