Li Îranê dîsa xwîn rijiya

Îranê xwest bajarê Kazerûn ê eyaleta Farsê bike du beş. Li ser vê biryarê gel rabû ser pêyan. Hêzên ewlekariya Îranê gule li ser xwepêşanderan reşand, 6 kes mirin û nêzî 40 kes jî birîndar bûn.

Îran ji bo ku pergala îdarî ya eyaleta Farsê biguherîne, xwest eyaletê bike ya Rojava û Rojhilat. Dema ku eyalet bibe du beş, bajarê bi navê Kazerûn ên di navîna eyaletê de jî ew ê bibe du beş. Gelê Kazerûnê li dijî parçekirina bajarê xwe daketin qadan û li kolanan agir dadan û ev rewş protesto bikin. Hêzên ewlekariyê yên Îranê gule li ser xwepêşanderan reşand. Di xwepêşandana de Perestû Cewkar, Riza Cewkar, Mecîd Sîrûz, Behmen Ahmedî, Alî Mûhammedî û Hemîd Bîyûn di êrîşê de hatin qetilkirin û nêzî 40 kes jî birîndar bûn.

GEL PARLEMENTERAN SÛCDAR DIKE

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, bûyerên ku êvarî dest pê kiribûn, hê jî didome. Kesên ji herêmê diyar dikin ku parlementerê bajêr Huseyîn Rizazade, du sal in ji bo parçekirina bajarê wan dixebite.