Elmanya hîn jî dagirkeriya li Efrînê ji nedîtî ve tê

Hikumeta Elman a Federal ji bo pêşnûme pirsa li ser drama însanî ya piştî dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê rû da, ev bersiv da: Dibe ku li Efrînê mafên sivîlan nehatibin parastin.

Koma Partiya Çep a li Meclîca Federal a Elmanyyaê, li ser drama însanî û rewşa civakî ku piştî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê rû da, pêşnûme pirsek pêşkêşî hikumeta federal a bi serokwezaretiya Merkel kir. Ji hikumetê hate pirsîn bê li ser drama însanî ya li herêmê agahiyên xwe hene yan na. Bi navê hikumetê, Wezareta Karên Derve bersiv da.

Pêşnûme pirs bi pêşengiya parlamentera Partiya Çep Hêlîn Evrîm Sommer hate amadekirin. Lê belê Wezareta Karên Derve bersiv neda gelek pirsan.

Tevî ku çeteyên dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê li Efrînê talan, dizî û êrîş kirin jî, Wezaretê got, "Dibe ku li Efrînê mafên sivîlan nehatibin parastin."

Li gel dagirkerî û astengiyên dewleta Tirk jî wezaretê got, "Ji bo vegera li Efrînê, aliyên cuda yên şer astengiyan derdixînin."

Balkêş e ku wezaretê ji bo gelek pirsên li ser sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê bersivên 'haya me jê nîne', 'li ber destê me delîl nîne' da. Parlamenter Sommer li ser bersivên hikumeta Merkel daxuyanî da û got, "Siyaseta hikumeta federal a li ser Efrînê ji destpêkê ve bi qurnazî ye."