ROJEVA 17'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Gulana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Gulana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, bê bê şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bê werin şopandin.
- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.
- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.
- Komîteya Amadekar a Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd ragihand ku wê bi beşdariya nûnerên jin ên ji TJK-E, YNK, Goran, Komala, Yekgirtû û PDK'ê, jinên Yersanî û Feylî, Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Kongreya Star, endamên komîsyona jinê ya KNK'ê, komeleyên jinên Kurdistanî, akademîsyen, parlamenter û kesayetên serbixwe, Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê li dar bixin.
- Derhênera fîlmê "Keçên Rojê" ku qala berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ'ê dike û mohra xwe li 71. Festîvala Fîlman a Cannesê xist Eva Husson got, têkoşîna jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê ye.
- Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, artêşa Tirk li herêmên Başûrê Kurdistanê asê mane û nikare derkeve.
- Profesorê îlahiyatê Nûrettîn Tûrgay got, zalim û durû taybetmendiya maf, hiqûq, edalet û aştiyê ya Îslamê ji nedîtî ve tên û dîn îstîsmar dikin.
- AKP a ku dest danî ser Şaredariya Colemêrgê ya DBP'yî, bajar kir mîna xirbeyekî û şaredarî jî xist bin deynê ji 300 milyon lîreyî.
- Ji ber ku di pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya bajarê Freiburg ê Elmanyayê de ala PKK'ê hate vekirin, wê bi zorê testa DNA'yê li aktîvîstekî çepgir ê Elman were kirin.