OPCW piştrast kir ku li Îdlibê klor hatiye bikaranîn

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) piştrast kir ku li herêma Sarakeb a Îdlibê meha Sibatê çeka kîmyewî ya bi gaza klorê hatiye bikaranîn.

Heyeta OPCW a li herêmê lêkolîn kir, du gundor dît. Li gorî daxuyaniya rêxistinê, hate tespîtkirin ku di hundir gundoran de klor hebû. Rêxistinê diyar kir ku di eşantiyonên li herêmê hatin bidestxistin de, "hebûna klorê ya ne asayî ya li derdorê" hatiye tespîtkirin.

OPCW di çarçoveya wezîfeya xwe de eşkere nekir bê gaza klorê ji aliyê kê ve hatiye bikaranîn. Di êrîşa meha Sibatê de li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê bêhn li 11 kesan çikiyabû.

Heyeteke din a OPCW'ê jî êrîşa 7'ê Nîsanê ya li bajarê Dûmayê lêkolîn kir. Tê îdîakirin ku di vê êrîşê de gazên klor û sarînê hatine bikaranîn. Di êrîşê de herî kêm 40 kes miribûn.