Boyaci diyar kir ku Erdogan bi hilbijartina zordest dixwaze HDP’ê li derveyî parlementoyê bihêle lê ew ê gelên bindest û karker destûrê nedin vî tiştî. Boyaci got, “Tekane partiya ku dikare pêşiya faşîzma AKP-MHP’ê bigire, HDP ye.”
Boyaci bal kişand ser vî tiştî ku Erdogan û AKP ji ber vî tiştî êrîşî HDP’ê dikin û got “Ji ber ku HDP li dijî bêedaletî û paşverûtiyê têdikoşe û dixwaze kêşeyan bi awayekî aştiyane çareser bike, derdorên faşîst û îslamîstên radîkal wê dikin hedef.”
HDP HEMÛ KÊMNETEWEYAN TEMSÎL DIKE
Boyaci diyar kir ku HDP hemû gelên kêmneteweyan temsîl dike û got, “HDP ji xeynî Kurdan, gelên Ermen, Êzidî, Asur, Suryan, Çerkezan jî temsîş dike. Gelên Ermen, Suryan û Êzidî bi saya HDP’ê di dîroka Komara Tirkiyeyê de cara pêşîn li meclîsê hatin temsîlkirin.”
EM Ê LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BÊDENG NEMÎNIN
Boyaci bal kişand ser vî tiştî ku AKP ji bo têkbirina Tevgera Azadiyê ya Kurdan serî li êrîşên leşkerî daye û got, “Em ê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. Li Swêdê nêzî 100 hezar Asûr û Suryan hene. Gelê me piraniya wê, ew ê dengê xwe bidin HDP’ê. Gelê me dizane ku tenê HDP mafê wan diparêze. Suryan bi saya HDP’ê cara pêşîn li meclîsê tên temsîlkirin. Şaredarên me jî çêbûn. Ev hemû, ji bo gelê me cihê kêfxweşiyê ye.”
DEST DANÎN SER DÊR, GORISTAN Û MANASTIRÊN ME
Boyaci diyar kir ku piştî destkeftiyên Kurdan hatin desteserkirin û li şaredariyan qeyûm hatin wezîfedarkirin, destkeftiyên Suryanan jî hatin desteserkirin û got, “Dest danîn ser dêr, goristan û manastirên me. Dest danîn ser 200 milkên me. Gelê me baş dizane ku kê dest daniye ser milkan û kî li dijî vî tiştî derdikeve. Dixwazin bi desteserkirina milkên me, me ji wê erdnîgariyê derxînin. Lê ji bo ku em li hemberî vî tiştî li ber xwe bidin, ew ê gelê Suryan dengê xwe bidin HDP’ê.”