Li Mannheîmê ji bo Demîrtaş û HDP’ê standa piştgiriyê hate vekirin
Kurdistaniyên li bajarê Mannheîmê dijîn ji bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên 24’ê Hezîranê standa agahdarkirinê vekirin.
Kurdistaniyên li bajarê Mannheîmê dijîn ji bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên 24’ê Hezîranê standa agahdarkirinê vekirin.
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê ji bo hilbijartinên ku ew ê di 24’ê Hezîranê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk werin, Koordînasyona Hilbijartinê a Mannheîmê li Mannheîm HBF’ê stand vekir. Gelek Kurdistanî û Tirkiyeyî beşdarî standê bûn, ku bi armanca piştgirîdayîna namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê hatiye vekirin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî û Tirkî hatin belavkirin û çalakî bi govendê bi dawî bû.
Koordînasyona Hilbijartinê ya Mannheîmê heta hilbijartinan wê roja Çarşem û Şemiyê standê vekin.