ÎHD: Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne nebaş e

Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê ya ÎHD'ê ji bo 4 girtiyên ji 20'ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê de ne li hev civiya. Komîsyonê işaret bi xeteriya li ser jiyana girtiyan kir.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê ya ÎHD'ê bal kişand ser rewşa Ergîn Aktaş, Dîcle Bozan, Yûsûf Bûlût û Ehmedî Xamî ku ji 20'ê Nîsanê ve li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ya Îzmîrê bi rengekî bê dem-bêdorveger di greva birçîbûnê de ne. Civîna çapemeniyê li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê hate kirin. Bi navê endamên komîsyonê Mehmet Acettîn daxuyanî da.

BI NEXWEŞIYÊN GIRAN KETINE

Acettîn li ser tenduristiya girtiyan agahî da û got, "Milekî Ergîn Aktaş ji çengê ve nîne û destê wî yê din jî nîne. Her wiha nexweşiya KOAH pê re heye. Tevî ku raporên xwe hene ku tê de dibêjin 'nikare bi tena serê xwe bimîne', piştî Rewşa Awarte li hucreya yek kesî hatiye bicihkirin. Dîcle Bozan jî lingekî xwe nîne, lingê din jî birîndar e. Nêzî saleke roviyên xwe li derve ne, divê bê emeliyatkirin, lê nayê kirin. Yûsûf Bûlût di sala 1950'î de ji dayik bû û bi kansera rovî ketiye. Nikare rabe. Ehmedî Xamî jî di sala 2000'î de ji dayik bûye, felç e û nikare rabe ser xwe."

'XETERÎ LI SER JIYANA WAN HEYE, DIVÊ BERSIV JI DAXWAZÊN WAN RE BÊ DAYIN'

Acettîn bal kişand ser daxwazên girtiyan û got, "Divê emeliyata hevalên me bê kirin û werin dermankirin. Pêwîste şert û mercên girtîgehê bên sererastkirin. Dxwaza sewqê ku demeke dirêj e bê bersiv hatiye hiştin, divê bi cih were anîn. Weke parêzvanên mafên mirovan em dixwazin bersiv ji daxwazên girtiyan re bê dayin, ji ber ku xeteriya li ser jiyana wan roj bi roj mezin dibe."