Dolar û Euro rekoreke din şikand
Bi nêzîkbûna hilbijartinên 24'ê Hezîranê re, qîmetê Dolar û Euro yê li hemberî lîreyê Tirk kêlî bi kêlî zêde dibe.
Bi nêzîkbûna hilbijartinên 24'ê Hezîranê re, qîmetê Dolar û Euro yê li hemberî lîreyê Tirk kêlî bi kêlî zêde dibe.
Qîmetê Dolar îro li pêşberî TL bû 4.49 û rekoreke din şikand.
Euro jî bû 5.30 TL û derket asta herî bilind.
Li gorî Bloombergê, tevî bandora qada navneteweyî, mesajên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li ser polîtîkaya pere jî bandor li kêmbûna qîmetê TL ê li pêşberî Dolar kir.
Di nava pereyên ku li pêşberî Dolar kêm bû, yê herî zêde îro bê qîmet bû, lîreyê Tirk e.