NCDK’ê li Sydneyê kongreya xwe li dar xist

NCDK’ê li bajarê Sydney ê Avûstralayê kongreya xwe li dar xist û peyama geşkirina têkoşînê di kongreyê de hate dayîn.

Li bajarê Sydney ê Avûstralyayê NCDK’ê kongreya xwe ya giştî ya salane li dar xist.

Kongre ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Têkoşîna Azadiya Kurdistan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û zêdetirî 200 endam û nûnerên saziyên dost beşdarî kongreyê bûn.

Pitşî xwendina rapora xebatê Hevserokê NCDK’ê Tîmûr Xerzan axivî û ji bo hevserokên hatine hilbijartin serkeftin xwest.

Nûnerê KNK’ê yê Sydneyê Îsmet Taştan jî axivî û got;”Em ê xwedî li mîrasa Mehmet Tûnç derbikevin û têkoşînê geştir bikin.”

Di kongreyê de ji bo hevserokatiyê Necla Çiya û Brûsk Aeîverî hatin hilbijartin.