Carek din gel li dora Sifreyên Rûyê Erdê li hev civiyan

Bi pêşengiya Misilmanên Antîkapîtalîst li Qada Galatasaray Taksîm Sifreyên Rûyê Erdê hate danîn û fitara destpêkê ya meha Remezanê hate vekirin.

Nivîskar Îhsan Elîaçik jî beşdarî sifreyên rûyê erdê bû û bi dehan kes hatin ba hev, mînaka piştevaniyê dan nîşandan.

Bi pêşengiya Misilmanên Antîkapîtalîst ji sala 2011’an ve her meha Remezanê li cihên cuda yên Stenbolê Sifreyên Rûyê Erdê tê danîn. Sifreya yekem li Qada Galatasaray Taksimê hate danîn.

Beriya fitarê nîv seatê bi dehan welatî xwarinên tam xweş ku bi xwe amadekirî li ser sifreyên rûyê erdê datînin. 7 salî heta 70’î salî hemû kes komdibin li gel hev dirûnin, di sifreya piştevaniyê de nivîskar Îhsan Elîaçik, rêvebêrên HDP’ê û CHP’ê jî beşdar bûn. Saet 20:22’an de welatiyan fitirin û li Sifreyên Rûyê Erdê lihev peyivîn.