Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê didome

HDP’ê di çarçoveya hilbijartina 24’ê Hezîranê li gelek cihan navendên hilbijartinê vekir.

Rêxistina bajêr a HDP’ê ya Edeneyê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl tevlî xebatên hilbijartinê yên li Edeneyê bû. Togrûl û heyeta bi wî re îro çûn serdana Weqfa Çandê ya Anadolûyê ya Haci Bektaşî Velî û Komeleya Pîr Sûltan Abdal. Di van serdanan de qala girîngiya hilbijartinan hate kirin.

Togrûl û heyeta pê re piştre li avahiya HDP’ê ya Ceyhanê bi gel re hatin ba hev. Togrûl li vê derê axivî û got ku, “Îro li Rojhilata Navîn em hêzeke mezin in. Heke em îradeyeke mezin deynin holê ew ê hevalên me azad bibin. Divê em werin ba hev û xwedî li sindoqan derkevin.”

HATAY

Rêxistina HDP’ê ya Hatayê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hin serdan pêk anî. Di çarçoveya van serdanan de ya ku parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî tevlê bû, heyet çû serdana Rojnameya Antakyayê, Kooperatîfa Çekmeçe ya Dolmûşan û çûn serdana komeleya berastengan.

Bîrlîk piştre bû avahiya navçeyê ya HDP’ê û li vê derê bi gel re hate ba hev û qala girîngiya hilbijartinê kir.

AMED

Rêxistina HDP’ê ya Kayapinarê jî li Taxa Peyasê yekemîn buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Gelek jin tevlî vê vekirinê bûn. Dayîkên Aştiyê, parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî tevlî vekirinê bûn.

Beriya vekirinê Taşdemîr axivî û got ku, “Ev hilbijartin li hemberî dîktatorî û faşîzmê, hilbijartina demokrasî û azadiyê ye. Em ê dayîka Taybet û bajarên hatine wêrankirin, tu carî ji bîr nekin. Divê her kes tevlî xebatên hilbijartinê bibin.”

Di heman demê de li Taxa Hûzûrevlerî û li Taxa Mûradiyeyê jî HDP’ê bi girseyeke qelebalik û bi eleqeyeke zêde buroyên hilbijartinê vekir.