'Nîvê gelê Başûrê Kurdistanê ji partiyên desthilatdar nerazî ye'

Rojnamevan û analîstê siyasî Kemal Çomanî "Ji sedî 50 gelê Başûrê Kurdistanê PDK û YNK’ê naxwaze. Hilbijartin jî nîşaneya vê ya eşkere ye."

Girtina kar a mirovekî û heta wezîfedarkirina wezîrekî, hemû bi destê PDK´ê û YNK´ê de ne. Weke mînak tevahiya rektorên zanîngehan, midûrên dibistanan hemû divê endamên PDK yan jî YNK´ê bin.

Rojnamevan û analîstê siyasî Kemal Çomanî ku yek ji wan kesan e ku siyaseta Başûrê Kurdistanê ji nêz ve dişopîne, li ser sîstema siyasî ya Başûrê Kurdistanê û Iraqê gotaran dinivîse. Çomanî ji bo Navenda Politikayên Rojhilata Navîn a Tahrîrê dixebite û niha bi desteka Weqfa ji bo Kesên ketî ber Zilma Siyasî ya li Hamburgê, wekî lêkolînerê mêvan li bajarê Elmanyayê Hamburgê ye. Kemal Çomanî ji bo destwedaneke muhtemel a Qendîlê ku Tirkiyeyê dixwaze bi Iraqê re li dar bixe, dibêje: “Îran wê ti carî destekê nede destwerdaneke Tirkiyeyê ya li dijî Qendîlê. Ev ê nebe, ji ber ku êrişeke li dijî Qendîlê ji bilî destûra DYE´yê pêdivî bi destûra Îranê jî heye.”

Her wiha Çomanî sîstema du partî ya Başûrê Kurdistanê teswîr dike û gotinên yek ji serkirdeyên YNK´ê Mele Bextiyar bi bîr dixe: “Mela Bextiyar got, YNK û PDK´ê tevahiya erdan dagir kirine; ne tenê li bajaran li çiya û gundewaran jî. Ev wisa ye jî. Yê ku vê dibêje, şefê polîtburoya YNK´ê ye. Ango, ev gelekî bi rêkûpêkkirî ye û desthilatdarî li ser vê gendeliyê hemûyî dewam dike.”

Piştî hilbijartinan têkiliyên Tirkiye û Iraqê dikarin ber bi kû ve biçin? Êrişeke hevpar a li dijî Qendîlê mumkin e gelo?

Ji ber ku ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê bi xwe, Herêma Kurdistanê weke berê bi kar nîne, ji ber ku petrola Iraqê wê bêhtir kar bîne, ji ber ku îxracata Tirkiyeyê li bazara Iraqê, ber bi Bexdayê û deverên din ên Iraqê ve wê zêde bibe, bi nêrîna min Tirkiye wê hewl bide têkiliyên xwe bi Iraqê re gelekî baş bike. Ango Tirkiye wê hewl bide xwe nêzîktirî Iraqê bike. Lê belê ji ber peywendiyên xurt ên di navbera Irak û Îranê de Tirkiye wê di hikûmeta paşê ya Iraqê de ewqasî jî diyarker nebe. Ji ber wê, heger niha ez fikra xwe li ser wê bibêjim; Îran wê tu carî destekê nede destwerdaneke Tirkiyeyê ya li dijî Qendîlê. Ev ê nebe, ji ber ku êrişeke li dijî Qendîlê ji bilî destûra DYA’yê pêdivî bi destûra Îranê jî heye. Beriya hilbijartinan û piştî hilbijartinan rewş ne weke hev e; Tirkiye êdî weke berê wê nikaribe destwerdanmê li siyaseta Iraqê bike, lê belê helbet heger ji Iraqê bê ku hikûmeteke ne mezhebî û etnîk lê neteweyî ava bike.

Beriya hilbijartinan Iraq bi DAIŞ´ê re, ji ber referandûmê bi pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê re mijûl bû; hewl dida şerê mezheban bi dawî bike, koçberên li nava Iraqê li cihên wan vegerîne û bi cih bike. Lê niha piştî hilbijartinan, hikûmeteke xurt a Iraqê wê dawî li destwerdana Tirkiyeyê ya li siyaseta Iraqê bîne.

Artêşa Tirk dixwaze herêma Bradost dagir bike, hêzên PKK´ê ji deverê derêxe. Armanca vê dagirkeriyê bi ya te çi ye?

Armanca sereke ya Tirkiyeyê bi ya min li Qendîlê ew e çawa ku li Rojava jî armanca wê ye, dixwaze têkiliya di navbera Bakurê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê de qut bike. Dibe ku di serxistina vê de qismî bi ser ketibin jî nexasim piştî dagirkirina li herêma Bradostê, lê ev ê demkurt be, lewma Iraq vê qebûl nake. Wekî din heger pirsgirêkan derxin pêşiya PKK´ê, PKK wê bi awayekî gelekî xurt êrişî wan bike.

Baş e, PDK li vê herêmê hevkariyeke çawa dike bi Tirkiyeyê re?

Ji bo PDK´ê, timî girîng bûye bi Tirkiyeyê re têkiliyên baş bi pêş bixe û van têkiliyan biparêze. Ev peywendî û têkiliyên heyî tim û daîm hem li Başûrê Kurdistanê û hem jî li Rojava û Bakur bûne li dijî gelê Kurd. Bi ya min ev têkilî wê siberojê dewam nekin, yan bi ser nekevin. Lewma niha gelek baregehên eskerî yên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê hene, heger Iraq wê bibe welatekî bi îstîkrar, ez bawer nakim ku ew vê yeka Tirkiyeyê qebûl bike. Wekî din, baregehên eskerî yên Tirkiyeyê, yên li Başîqê û Bradostê li dijî tevahiya peymanên navneteweyî û herêmî ne, û têkiliyên dîplomatîk jî binpê dike. Ji ber vê yekê, PDK bixwaze Tirkan li Herêma Kurdistanê bigire jî, ez bawer nakim ev dewam bike.

Di serî de PDK, elîtên rêveber ên li Başûrê Kurdistanê gendeliyê çawa dikin, çawa organîze dikin? Kî destûrê dide, çiqasî belav û mezin e? Li dijî vê planek û bernameyeke çalakiyan heye yan na?

Heger bi kurtî bersivê bidim, dikarim bibêjim, gendelî bûye parçeyek ji sîstemê bi xwe. Ya ku em behsa wê dikin gendeliyeke gelekî bi pergal e. Gendelî di ser hikûmet, pêşmerge, asayîş, têkiliyên herêmî û navneteweyî re tê kirin. Ji sala 1991’ê ve herêma Başûrê Kurdistanê bi temamî di kontrola PDK û YNK´ê de û di nava wan de jî di kontrola malbatên Barzanî û Talabanî de ye. PDK´ê li ser hesabê xwe petrol, çavkanî, asayîş, pêşmerge, hikûmet, budce, her der kontrol kiriye. Girtina kar a mirovekî û heta wezîfedarkirina wezîrekî, hemû bi destê PDK´ê û YNK´ê de ne. Weke mînak tevahiya rektorên zanîngehan, midûrên dibistanan hemû divê endamên PDK yan jî YNK´ê bin. Mînak, herçî şirket in, heger dahata wan di ser 10 milyon dolaran de ye, divê di destê kesekî endamê PDK´ê yan jî YNK´ê de bin. Di nava partiyên PDK û YNK´ê de departimanên veberhênanan aborî hene, di nava partiya siyasî de. Holdingên wan e û hemû şirket jî ên wan in. Ew tevahiya kargehên petrolê kontrol dikin, ji kolanê heta bi veguheztin û firotinê. Dahata ji petrolê hemû qaşo ji Bankeya Navendî re diçe, lê ya rastî ji PDK û YNK´ê re diçe. Hema hema tevahiya karê avahîsaziyê, qet nebe qismî di kontrola PDK û YNK´ê de ye. Bi ser halan de PDK û YNK bazara cixare û alkolê, ya petrol û telekomînîkasyonê û tevahiya bazirganiya li Herêma Kurdistanê kontrol dikin. Li derveyî wan pirr kêm karsaz dimînin.

Wekî din dest danîn ser erd û milkan. Dibe ku we xaniyê Nêçîrvan Barzanê li Hewlêrê, yan jî mala Talabanê Silêmaniyê dîtibe. Beriya bi demeke kurt ji lîderên YNK´ê Mela Bextiyar got, YNK û PDK´ê tevahiya erdan dagir kirine; ne tenê li bajaran li çiya û gundewaran jî. Û ev wisa ye jî. Yê ku vê dibêje, şefê polîtburoya YNK´ê ye. Ango, ev gelekî bi rêkûpêkkirî ye û desthilatdarî li ser vê gendeliyê hemûyî dewam dike.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA