ROJANE
Hemû Nûçe
-
KCDK-E: Em li ber dîktatoriyê rabin û demokrasiyê biparêzin
Ji bo hilbijartinên 27'ê Hezîranê wê li Ewropayê ji 7 heta 19'ê Hezîranê deng bên dayin. KCDK-E bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê kir ku ji bo demokrasî, aştî û azadiyê dengê xwe bidin HDP'ê. -
Ahmet Yildirim: Çarenûsa welêt di destê HDP'ê de ye
Li Berlînê bi beşdariya bi hezaran kesî mîtînga HDP'ê hate lidarxistin. Parlamenterê HDP'yî Ahmet Yildirim li mîtîngê axivî û got, çarenûsa welêt di destê HDP'ê de ye. -
Ciwanan li Swêd û Elmanyayê afîş daliqandin
Ciwanên Kurd dawiya hefteyê li 3 bajarên Swêdê ji bo boykotkirina Tirkiyeyê çalakî li dar xistin. Li bajarên Korbach û Bad Arolsen ên Elmanyayê jî afîşên ji alên YPG/YPJ'ê hatin daliqandin. -
ROJEVA HILBIJARTINÊ
Hûn dikarin hemû nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê di ajansa me de têne weşandin ji vê derê bişopînin. -
Polîsên Tirk li her derê li girtiyekê digerin
Hevseroka HDP'ê ya Ebexê Derya Gonul par li Wanê di dema operasyonên qirkirina siyasî de hate girtin û hê li girtîgehê ye. Lê polîsên Tirk li her derê li Gonul a girtî digerin. -
Bedlîsiyên li Pendîkê: Li dijî zext û zilmê dengê me ji bo HDP'ê
Endamên Komeleya Bedlîsiyên li Pendîkê diyar kirin ku wê 24'ê Hezîranê dengê xwe bidin HDP'ê û gotin, "Bi hêviya rizgariya ji vê zext û zilmê, me HDP hilbijart." -
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê sekn li namzetên HDP'ê nabe
Kampanya hilbijartinê ya HDP'ê doh êvarê jî bi xurtî dewam kir. Buroyên hilbijartinê yên li gelek navçe û bajaran veguherîn mîtîngê. -
ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Hezîran 2018'an. -
'Ji hêviya HDP'ê ditirsin'
Parlamentera HDP'yî Besîme Konca di civînên hilbijartinê de axivî û got, "Di rêya azadiyê de hêvî afirî. Ya ku îro jê ditirsin ev hêvî ye." -
Li Dîlokê jî buroya hilbijartinê hate vekirin
Xebatên namzetên HDP’ê didomin. HDP’ê li Dîlokê li bajêr 3 buroyên hilbijartinê vekir. Vekirina buroyan wekî mîtîngê derbas bû. -
Li Antalyayê êrîşî HDP’ê kirin
Li Antalyayê komekê bi kevir û daran êrîşî standa HDP’ê kirin. Di êrîşê de wesayîta anonsê hate derbkirin û HDP’yiyek jî birîndar bû. -
Namzetê HDP’ê Pîroglû li Stenbolê bi hilbijêran re civiya
Namzetê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. -
Bûldan: Demîrtaş bûye kabûsa Erdogan
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Kuçukçekmece û Kanaryayê tevlî vekirina buroyên hilbijartinê bû. Bûldan li vê derê axivî û got ku, “Ev welat bi darê zorê nayê birêvebirin.” -
Di Festîvala Stockholm Fîttjayê de banga piştgiriya Efrîn û HDP’ê hate kirin
Platforma Kurdên Anatolyaya Navîn (PKAN) di festîvala li semta Fîttja a Stockholmê ku serê hefteyê hate lidarxistin bi armanca piştgirîdayîna HDP û Efrînê çalakiyek li dar xist. -
Temellî ji Erdogan re got: Te çima Bahçelî jî nebir Amedê?
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû Sêrtê. Temellî li vê derê axivî û ji Erdogan re got, “Tu yê çi ji Amedê re bibêjî? Dema tu çû Amedê, te çima Bahçelî bi xwe re nebir?” -
Li Manîsayê faşîstan êrîşî konvoya HDP’ê kirin
Dema ku konvoya HDP’ê ket nava Manîsayê, faşîstan êrîş kirin. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn. Endamên HDP’ê li dijî êrîşan li pêşiya avahiya bajêr kom bûn. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş... -
Namzetên HDP’ê gund bi gund, bajar bi bajar diçin serdanan
Namzetên HDP’ê li gelek bajar, navçe û gundan çûn serdana gel. Di serdanan de coşa gel zêdetir dibe û namzetên HDP’ê li hemberî dek û dolabên di hilbijartinê de, hilbijêran hişyar dikin. -
Bûldan: Erdogan ê Kurdan tine dihesibîne wê biçe!
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan got, Erdogan ê ku Kurdan tine dihesibîne wê biçe û got, ‘’Ji niha û şûn de divê Kurd dengekî xwe jî nedin AKP’ê’’. -
Savaş Bûldan û hevalên wî hatin bibîranîn
Karsazyê Kurd Savaş Bûldan ê ku hatî kuştin, Adnan Yildirim û Haci Karay li ser gora wan hatin bibîranîn. Di bîranînê de dijminên mirovahiyê îro jî êrîşên xwe didomînin. -
Serhildana 6-8'ê Cotmehê û rastiya Erdogan
Rejîma AKP-MHP'ê ku bi rê û rêbazên qirêj û xapînok li dijî HDP'ê kampanya reşkirinê dimeşîne, komkujiya ku di dema serhildana 6-8'ê Cotmeha 2014'an de li dijî gelê Kurd kir, ji nû ve li dijî Demîrtaş û HDP'ê bi kar tîne. -
OGÎ’yê rapora meha Gulanê eşkere kir
Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) rapora meha Gulanê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku bi giştî 192 rojnameger di girtîgehê de ne. -
Demîrtaş: Teqez bû ku AKP wê têk biçe
Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê rehîn tê girtin, li ser medyaya sosyal derbarê rojevê hin peyam dan. -
Berlîn ji 'Kombûna Mezin' re hazir e
Li Berlînê xebatên HDP’ê bi coşiyekê didomin. Îro li paytextê mîtînga ‘Kombûna Mezin’ heye. -
SYKP Ewropa got 'NO PASARAN'
Rêxistina Ewropayê ya Partiya Rizgariyê ya Jinûve Sosyalîst (SYKP), li bajarê Basel ê Swîsreyê bi navê "NO PASARAN ji dijminatiya li jinê û faşîzma li Tirkiyeyê" mîtîngek li dar xist.