Kurdistaniyan li qada festîvalê stand vekirin, ala HDP’ê, wêneyê namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş daliqandin. Têkildarî hilbijartinên 24’ê Hezîranê gel hate agahdarkirin.
PKAN bi armanca alîkariya maddî ya ji bo Efrinê li qada festîvalê li konan şamborek û kofte firot.
Kurdistaniyan li ber stranên hunermenda Kurd Avîn Akbaş govend gerand. Bi dirûşmeyan HDP û Şoreşa Rojava hate silavkirin.
Endam û Rêveberên PKAN’ê ku çalakî lidarxistin, têkildarî çalakiyê pirsên ANF’ê bersivandin.
Hasan Barlas got, tekildarî hilbijartinan agahî dane Kurd û Tirkên li semtê dijin û nirxandinên baş hatine kirin. Barlas wiha got; “Hemû hevalên me ji bo di van hilbijartinan de serketin were bidestxistin tişta ji destê wî/wê tê dike.”
Îhsan Baysal bi bîr xist ku Fîttja semteke ku zêdetirî Kurd û Tirk lê dijîn û wiha domand; “Em ji bo piştgirîdayîna HDP û Efrînê di festîvalê de cih digirin. Beşdarbûna festîvalê li gorî salên din kêm e. Lê ya herî bi tevger standa me û konên me bû. Her roj 2 yan 3 hunermendên Kurd stranên xwe dibêjin.”
Baysal diyar kir ku Kurdên Anatoliya Navîn ên ku hatibûn festîvalê hemû kes hatin serdana kon û peyama piştgiriyê dan. Baysal got ku, “Îro 3 kes hatin ba me û diyar kirin ku ji bo roja hilbijartinê ew dikarin wesayîtên xwe bidin Li Fîttjayê li her derê qala HDP’ê tê kirin. Gel eleqeyeke germ nîşanî HDP’ê didin. Duh dema me kon vegirt, kesekî ji ÎYÎ Partî hat serdana me û got em ê bi hev re Erdogan têk bibin.”
Li kon Makbûle Bûldok a ku şamborekan çêdike, diyar kir ku armanca wê ev e çanda Kurdan bide naskirin û got, “Hinek kes tên dixwazin li çêkirina şamborekan binihêrin, hinek kes jî tên dixwazin şamborekan bikirin. Herî zêde alayên HDP’ê mirovan dikişîne vê derê. Germaniya hevalên me, mirovan dikişîne vê derê.”