Ciwanan li Swêd û Elmanyayê afîş daliqandin

Ciwanên Kurd dawiya hefteyê li 3 bajarên Swêdê ji bo boykotkirina Tirkiyeyê çalakî li dar xistin. Li bajarên Korbach û Bad Arolsen ên Elmanyayê jî afîşên ji alên YPG/YPJ'ê hatin daliqandin.

Li bajarên Stockholm, Malmo û Gavle yên Swêdê, kolanên herî qelebalix bi afîşên ji bo boykotkirina Tirkiyeyê hatin xemilandin. Li bajarê Gavleyê, li pireke li ser rêya bingehîn a bajêr pankarteke mezin a bi nivîsa "Tirkiyeyê boykot bikin" hate daliqandin.

Di afîşan de daxwaza boykotkirina Tirkiyeyê tê kirin û ji mirovên dixwazin ji bo bêhnvedanê biçin Tirkiyeyê tê xwestin ku biryara xwe biguherînin.

Endama Jinên Ciwanên Azad Hêlîn Amed diyar kir ku gelê Swêdê ji AKP û Erdogan gelekî nerazî ye û bi çalakiyên xwe re dixwazin vê nerazîbûnê zêde bikin. Amed got, wê çalakiyên xwe yên banga ji bo boykotê berfireh bikin.

KORBACH /BAD AROLSEN

Li bajarên Korbach û Bad Arolsen ên Elmanyayê, bi wesîleya salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê û ji bo şermezarkirina qedexeya li ser alên YPG/YPJ'ê, ciwanan afîş daliqandin.