Bedlîsiyên li Pendîkê: Li dijî zext û zilmê dengê me ji bo HDP'ê
Endamên Komeleya Bedlîsiyên li Pendîkê diyar kirin ku wê 24'ê Hezîranê dengê xwe bidin HDP'ê û gotin, "Bi hêviya rizgariya ji vê zext û zilmê, me HDP hilbijart."
Endamên Komeleya Bedlîsiyên li Pendîkê diyar kirin ku wê 24'ê Hezîranê dengê xwe bidin HDP'ê û gotin, "Bi hêviya rizgariya ji vê zext û zilmê, me HDP hilbijart."
Yek ji bajarên Kurdistanê ku dewleta Tirk herî zêde şêniyên wê koçber kir, Bedlîs e. Şêniyên Bedlîsê yên ji ber zext û zordariya dewleta Tirk neçar man koç bikin, bi giranî berê xwe dan Stenbolê. Li navçeya Pendîk a Stenbolê, bi hezaran Bedlîsî dijîn. Sala 2007'an Komeleya Bedlîsiyên li Pendîkê ava bû. Endamên Komeleya Bedlîsiyên li Pendîkê gotin, li ser tercîha xwe ya di hilbijatinên 24'ê Hezîranê de ji me re axivîn.
Serokê Komeleyê Haydar Çetîn diyar kir ku helwesta wan zelal e û got, "Girseya me girseyeke koçber e. Girseya mexdûr e. Em ê performansa xwe ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê di vê hilbijartinê de jî nîşan bidin. Li dijî zilm û zordariya li Tiriyeyê weke saziyeke civaka sivîl bêguman divê em dengê xwe dexînin.
Ev hilbijartin ji bo Bedlîsiyan gelekî girîng e. Bedlîs yek ji bajarên Kurdistanê yê herî mexdûr e. Ji aliyê aborî ve û di her alî de mexdûr bûye. Hevşaredarên xwe hatine girtin. Em li bendê ne ku Bedlîs di vê hilbijartinê de gaveke girîng biavêje."
DEST DANÎN SER HER TIŞTÊN ME
Endama Komeleya Bedlîsiyên li Pendîkê Nesrîn Koçyîgît destnîşan kir ku ji bo aştî bê, bes xwîn birije û dayik nema bigirîn wê dengê xwe bidin HDP'ê û wiha dewam kir: "Bêguman em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Ji bo girtî bên berdan, ji bo em karibin mîna mirovan bijîn, dengê me ji HDP'ê re ye. Timî xwîn û rondik tên rijandin, mirov tên girtin. Qeyûm li Şaredariya me bi cih kirin û hevşaredarên me girtin. Dest danîn ser her tiştên me û niha mîna ku em li girtîgeheke servekirî dijîn. Ji bo em dawî li vê girtîgeha servekirî bînin em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Bang li her kesî dikim ku dengê xwe bidin HDP'ê."
BEDLÎSÎ WÊ VÊ CARÊ BI AKP'Ê NEXAPIN
Endamên Komeleya Bedlîsiyên li Pendîkê Keyvan û Nûran Altintaş jî anîn ziman ku ne tenê deng didin HDP'ê, her wiha ew ji bo HDP'ê jî dixebitin.
Mahmût Tûncel jî got, "AKP'ê heta niha bi ti awayî xizmet nekiriye. Lê gelek tişt ji me stand" û wiha dewam kir, "Ji bo demokrasî, aştî, mafên mirovan, jin, zarok û azadiyê em dibêjin HDP. Fethûllahek çû, wê yekî din bê. Fethûllah li vî welatî naqedin. Di nava AKP'ê de ti carî ev naqedin. Ji ber ku ew bi xwe ji wan e. Heta niha Bedlîsî ji aliyê ol ve gelekî îstîsmar kirin, lê ji niha û pê ve wê Bedlîsî bi wan nexapin."
EM FERASETA DÎN A AKP'Ê QEBÛL NAKIN
Adîle Avraz destnîşan kir ku li vî welatî partiya herî rast HDP ye û got, "Ez ê dengê xwe bidim HDP'ê, ji ber ku ez xwe ji HDP'ê dibînim. Yekane partî yıe ku mafên mirovan, demokrasî di nav de heye. Bêguman HDP, bêguman Demîrtaş. Divê Ereb, Tirk, Çerkes û hemû gelên din berê xwe bidin HDP'ê."
Saîde Kaçar diyar kir ku ji bo rizgariya ji zext û AKP'ê wê dengê xwe bide HDP'ê û got, "Ola ku AKP pêşkêş dike ne ol e. Em feraseta wan a dîn qebûl nakin. Em Misilman in, lê dînekî wiha qebûl nakim. Bi rêya dîn mirovan dixapînin. Bi hêviya rizgariya ji vê zext û zilmê me HDP tercîh kir."