Namzetên HDP’ê gund bi gund, bajar bi bajar diçin serdanan

Namzetên HDP’ê li gelek bajar, navçe û gundan çûn serdana gel. Di serdanan de coşa gel zêdetir dibe û namzetên HDP’ê li hemberî dek û dolabên di hilbijartinê de, hilbijêran hişyar dikin.

HDP di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê de gund bi gund, bajar bi bajar diçe serdana hilbijêran. Namzet qala hebûna HDP’ê ya li meclîsê dikin û têkildarî dek û dolabên di hilbijartinê de hişyariyan dikin.

LI MÊRDÎNÊ VEKIRINA BUROYÊ

HDP li her çar aliyên Mêrdînê xebatên hilbijartinê didomîne. HDP’ê li bajarokên Barman û Ewêna ya Stewrê buroyên hilbijartinê vekir.

Namzetên HDP’ê Gulbîn Şahîn Daghan û Mîthat Sancar çûn Barmanê û tevî gel govend gerandin.

Daghan li vê derê axivî û diyar kir ku gel her dem xwedî li wan derdikevin û bi saya vê xwedîlêderketinê ew dikarin dek û dolabên di hilbijartinan de pûç bikin.

Heyeta HDP’ê piştre jî çûn vekirina buroyê ya li Ewêna. Li vê derê jî coşeke mezin hebû û gel li vê derê sloganên ‘Bijî berxwedana HDPê’ berz kirin.

Namzetên HDP’ê yên din Pero Dundar û Tûma Çelîk jî li gundên Midyadê çûn serdanan. Namzetên din Ebrû Gunay û Dîlaver Înal jî çûn serdana gundên Qoserê.

LI ŞIRNEXÊ SERDANA ESNAFAN

Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê jî çûn serdana esnafên Dêrgulê ya Şirnexê. Namzetê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî tevlî serdanê bû.  Di serdanê de esnafan bi coşeke mezin namzet pêşwazîkirin. Di serdanê de gelek zarokan wêneyên Demîrtaş hildan.

LI EDENEYÊ SERDANA HILBIJÊRAN

Li Edeneyê jî kampanyaya HDP’ê ya hilbijartinê didome. Namzetên HDP’ê yên parlementeriyê çûn serdana bazarên li Seyhan, Yuregîr, Çûkûrova û Karataşê. Namzetan di serdanan de qala bernameyên xwe kirin û bang li esnafan kirin ku ji bo çareserkirina kêşeyên li welat bila dengê xwe bidin HDP’ê. Hilbijêran jî xwestin bila Demîrtaş serbest were berdan û diyar kirin ku ji bo HDP bendê derbas bike, divê piştgiriya wê were kirin.

LI MERSÎNÊ CIVÎNA GEL Û SERDANA DÊRÊ HATE KIRIN

HDP’ê li navçeyên Tarsûs, Toroslar, Akdenîz, Yenîşehîr, Mezîtlî û Erdemlî yên Mersînê civînên gel lidarxist û serdana dikandar,dêrên Ortodoks û Katolîk kirin. Gel eleqeyek mezin nîşanî namzetan dan. Namzetan qala girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê kirin û daxwaz ji gel kirin ku piştgiriyê bidin HDP’ê.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê bi boneya salvegera mirina Nazim Hîkmet beşdarî merasîma bibîranê ya li Daristana 68’an bûn.

LI ANTALYAYÊ JÎ BELAVOK HATIN BELAVKIRIN

Li Antalyayê HDP’yiyan li navenda bajar stand vekir û belavok belavkirin. HDP’yiyan ji bo Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê daxwaza dengê gel kir û bi gel re gotûbêj kirin. HDP’yiyan wêneyên Demîrtaş û peyama ‘Ji Demîrtaş ji bo we peyam û name heye’ belav kirin. Namzetên HDP’ê li Konyaaltî û bazarê belavok belavkirin û daxwaza piştgirîdayînê kirin.

LI OSMANIYEYÊ SERDANA MALAN HATE KIRIN

Li Osmaniyeyê namzetên HDP’ê yên parlamenteriyê Ahmet Eken, Derya Tûrhan û Muslum Çapan û rêveberên partiyê li taxa Adnan Menderes a bajar serdana malan kirin. Bi namzetan re zarokan wêneyên Demîrtaş hildan û dirûşmeya ‘Bijî HDP’ û ‘Bijî Demîrtaş’ bi nîşaneyên serketinê qêr kirin. Namzetan mal mal serdan kirin û daxwaza piştgiridayinê kirin. Namzetan ji bo berdana Demîrtaş daxwaza dengan kirin.

LI HATAYÊ JÎ SERDANA HILBIJÊRAN HATE KIRIN

Li Hatayê namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê li navenda bajar serdana hilbijêran kirin û daxwaza piştgirîdayînê kirin.