ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kartal: Di hilbijartinê de em dikarin faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin
Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal li bajarê Orebro ya Swêdê li bernameyeke bi mebesta hevgirtina HDP'ê axivî û got, heke hilbijartinên 24'ê Hezîranê baş werin nirxandin mirov dikare faşîzma AKP-MHP'ê têk bibe. -
Keştiya penaberan noq bû: 9 kes mirin
Li navçeya Demre ya Antalyayê keştiya ku penaber tê de bûn noq bû. 9 kesan jiyana xwe ji dest da. -
ROJEVA HILBIJARTINÊ
Hûn dikarin hemû nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê di ajansa me de têne weşandin ji vê derê bişopînin. -
Li Cizîr û Silopiyayê merasîmên girseyî yên buroyên hilbijartinê
HDP'ê li Cizîr û Silopiyayê bi beşdariya bi hezaran kesî buroyên hilbijartinê vekir. Malbatên ku zarokên wan di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûn tevlî merasîmê bûn. -
Namzetên jin ên li Îzmîrê: Em bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin
Namzetên HDP'ê yên jin ên li Îzmîrê Cemîle Aydin, Ayşe Yilmaz, Elfeyse Nas, Gonul Aygun û Rahîme Tûran qala armancên xwe kirin. -
Kûrtûlan û Gumuş qala armancên xwe kirin
Namzeta HDP'ê ya Mersînê Fatma Kûrtûlan û namzeta Hatayê Paraşîn Gumuş qala karê xwe kirin. -
Li Leipzig û Freiburgê çalakiyên ji bo hilbijartinê
Li bajarên Leipzig û Freiburgê yên Elmanyayê, ji bo destek ji HDP'ê re bê dayin çalakî hatin lidarxistin. -
Oya Ersoy: Ya dîktatorî ya jî Tirkiyeyeke azad
Namzeta HDP'ê ya parlamenteriyê Oya Ersoy işaret bi girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê kir û got, "Ev welat ya bi wê bi dîktatoriyê bê birêvebirin, ya jî wê Tirkiyeyeke nû ya wekhev, azad, laîk û demokratîk ava bibe." -
ROJEVA 3'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Hezîrana 2018'an. -
Li Parîsê bi hezaran kes di mîtînga HDP'ê de li hev civiyan
Li paytexta Fransa Parîsê, bi hezarna kes li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê li meydana Bastilleyê li hev civiyan. -
Li Amed û Wanê hunermend bûn hedef: 8 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Amed û Wanê girte ser malan û hunermend û şanoger jî tê de 8 kes destgîr kir. -
Li Colemêrgê leşkeran êşkence li çar şivanan kir
Derket holê ku li Şemzînana Colemêrgê leşkerên Tirk êşkence li şivanên bi navê Nasir Taş, Ramazan Aktaş, Îsmaîl Arap û Mûhsîn Çavşî kirine. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş... -
Piştî provakasyona ‘MÎT’ê ya li Mîdîlliyê ji bo Kurdan kampek nû
Li girava Mîdîlî ya Yewnanîstanê rojên derbasbûyî de ji bo şerê “Kurd-Ereb” provakasyoneke ya MÎT’ê hatibû kirin. Piştî provakasyonê ji bo koçberên Kurd kampeke nû hate avakirin. -
Li Berlînê ‘şehîda yekem’ a YPJ’ê hate bibîranîn
‘Şehîda’ yekem ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Silava bi nasnav Meryem Muhammed li paytexta Elmanya Berlinê bi civînekê hate bîranîn. -
Bûldan banga ji bo 4 wekîlan li gelê Agiriyê kir
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Agiriyê axivî û got temenê Erdogan heta 24’ê Hezîranê ye. -
HDP wê dengek û wekîlêkî jî nede AKP’ê!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li navçeya Xelat a Bedlisê bi gel re civiya. Temellî got, HDP wê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ne dengek û ne jî wekîlekî bide AKP’ê. -
Înîsiyatîfa Gavek Din: Veguhestina sindoqan operasyona diziyê ye
Înîsiyatîfa Gsvek Din biryara veguhestina 144 hezar sindoqên li 19 navçeyan a ku Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dabû li pêşiya Midûriyeta YSK’ê ya Navçeya Beyoglû protesto kir. -
Demîrtaş di çapemeniya Elmanyayê de : Ez ê bimînin ji tûra duyemîn re
Namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş mulakat da ajanseke Elmanyayê ya ku di gelek weşanên Elmanyayê de hate weşandin û got, “Di tûra duyemîn de ez ê jî hebim.” -
Demîrtaş bersiva Erdogan da: Tê bersiva xwe 24’ê Hezîranê bigirî!
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bang li Erdogan kir û got: “Tu li pişt min daxivî. Tê bersiv pêwîst 24’ê Hezîranê bigirî.” -
Bûldan: 24’ê Heziranê wê bibe cejna azadiyê
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan got 24’ê Hezîranê ne tenê hilbijartin e, wê bibe cejna azadî û vejînê ya gelan -
Dayikên Şemiyê, ji bo Naîf Ûmaz hatin ba hev
Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo Naîf Ûmaz ê piştî sala 1994’an hate destgirîkirin û windakirin hatin ba hev. -
Dengên derveyî welat çawa tên belavkirin û çima girîng in?
Dengdêrên li derveyî welat, bandorê li encama 87 herêmên hilbijartinê yên li Tirkiyeyê dike. -
Temellî gote Erdogan: Em ê te vemalin ser sergoya faşîzmê
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ji bo xebatên hilbijartinê li Bedlîsê bû. Temellî bi gel re hate cem hev, bersiv da sûcdariyên Erdogan ên li ser Demîrtaş. -
Tirsa AKP’ê ya Colemêrgê: Mehek qedexe ragihand
Li Colemêrgê ji bo mehekê her cûre çalakî û aktivîte hatin qedexekirin.