Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê sekn li namzetên HDP'ê nabe

Kampanya hilbijartinê ya HDP'ê doh êvarê jî bi xurtî dewam kir. Buroyên hilbijartinê yên li gelek navçe û bajaran veguherîn mîtîngê.

Kampanya hilbijartinê ya HDP'ê doh êvarê jî bi xurtî dewam kir. Buroyên hilbijartinê yên li gelek navçe û bajaran veguherîn mîtîngê.

ÎZMÎR: Li Îzmîrê komek ji jinên ku xwe weke "Jinên dibêjin TEMAM' bi nav kirin, li Qana Fûar Çîmê ya li Kulturparkê sifra ser rûyê erdê raxistin û namzetên HDP'ê yên jin ên Îzmîrê jî tevlî bûn. Tulîn Tumer bi navê jinan axivî û diyar kir ku êdî baweriya civakê bi edaletê nemaye, lewma 24'ê Hezîranê ji bo jinan gelekî girîng e. Namzeta HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî Em jinên xurt û têkoşer in. Sedsala 21'ê wê bibe sedsala jinan." Kemalbay destnîşan kir ku jin jiyaneke nû ava dikin û got, wê bi hev re li meclîsê mafên jinan biparêzin.

MANÎSA: Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê, namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê li taxa Ataturk bi gel re fitar vekirin. Namzet Sirri Sakik li vir axivî.

KOCAELÎ: Namzetên HDP'ê yên Kocaeliyê Alî Bûgdayci û Necatî Altinyaprak li taxa Tavşantepeyê serdana malan kirin, belavok belav kirin û li pirsgirêkên gel guhdarî kirin. Namzetan ji bo derketina ji krîza heyî bang kirin ku 24'ê Hezîranê deng ji HDP'ê re were dayin. Li navçeya Korfezê jî serdana gel û esnafan hate kirin. Namzet Omer Farûk Gergerlîoglû jî li Dîlovasiyê serdana esnafan kir.

BÛRSA: HDP'ê li gelek navçe û taxên Bûrsayê stant danî û serdana rêxistinên civakî yên sivîl û esnafan kir. Di dema serdanan de hate destnîşankirin ku ji bo Tirkiye demokratîk bibe pêwîste HDP li meclîsê hebe.

EDENE: Namzetên HDP'ê yên Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, Bêrîtan Onen, Rozerîn Tosûn, Denîz Varol, Turkan Bakir tevî endamên partiyê û ciwanan li kolana Baraj Yolû belavok belav kirin û li pirsgirêkên esnaf û gel guhdarî kirin. Li navçeya Yuregîrê jî buroya hilbijartinê li taxa Cûmhûriyetê hate vekirin. Namzet Hatîmogûllari li merasîma vekirinê axivî û destnîşan kir ku serketina wan a di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de wê bibe bersiv li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

MERSÎN: Rêxistina HDP'ê ya Mersînê bi beşdariya nametên parlamenteriyê li taxên Akdenîz, Toroslar û Yenîşehîrê serdana qehwexaneyan kir û tevlî civînên gel bû. Namzet Ridvan Tûran, Atîlla Guney û Fatma Kûrtûlan li Toroslarê beşdarî merasîma vekirinê ya buroya hilbijartinê ya taxa Guneykentê bûn.

HATAY: Namzetên HDP'ê Kerem Nalbant, Bayram Yilmaz, Kadriye Tûrhan û Fatma Ozdemîr li navçeya Skenderûn a Hatayê tevlî merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya li taxa Gultepeyê bûn. Nalbant li vir axivî û got, "Eger HDP bi ser bikeve wê Tirkiye bi ser bikeve."

MÊRDÎN: Li navçeya Qoser a Mêrdînê, bi beşdariya bi sedan kesî li taxa Medyayê buroya hilbijartinê hate vekirin. Namzetên parlamenteriyê Ebrû Gunay û Dîlaver Înal jî tevlî merasîmê bûn.