SYKP Ewropa got 'NO PASARAN'

Rêxistina Ewropayê ya Partiya Rizgariyê ya Jinûve Sosyalîst (SYKP), li bajarê Basel ê Swîsreyê bi navê "NO PASARAN ji dijminatiya li jinê û faşîzma li Tirkiyeyê" mîtîngek li dar xist.

SYKP Ewropa ev sal e bi navê "Têkoşîna li dijî serweriya mêr û heteroseksîzmê" kampanyayê dimeşîne. Çalakiya fînalê ya kampanyayê li bajarê Basel ê Swîsreyê pêk hat.

Tevî endamên SYKP'ê yên li welatên Ewropayê, ji hêzên demokratîk ên li Swîsreyê BastA, Kommunistische Jugend Schweiz, Der Funke, Kongreya Demokratîk a Gelan-Swîsre, Platforma Jinên Kedkar ên Azad, Yekîtiya Jinên Sosyalîst-Swîsre, Meclîsa Jinê ya Baselê ya HDK'ê, Federasyona Karkerên Koçber li Swîsreyê, Federasyona Mafên Demokratîk li Swîsreyê, Komeleya Kurd-Tirk-Swîsreyî (KUTUSCH), Komeleya Piştgiriyê û Çandê ya Halkevî ya Rojhilat  (DÎHKDD), Amitié Jeunesse Morteau, Partiya Komunîst a Kurdistanê, CSK- Basel, hêzên Kizilbayrak tevlî mîtîngê bûn.

Girseya gel li Claraplatzê li hev civiya û ber bi Markplatzê ve meşiya. Hevberdevka YSKP Swîsreyê Olga Kasman di destpêka mîtîngê de axivî. Kasman diyar kir, dijminatiya li jinê meseleya herî kevn a zext û serdestiyê ye û got, li Tirkiyeyê bi faşîzmê, li Ewropayê jî bi rastgiriyê dijminatiya li jinê didome.

Bi navê Basels starke Alternative – BastA Tonja Zuercher axivî û bi bîr xist ku polîtîkayên dijminatiya li jinê bi sedan salan e didomin û li Ewropayê jî gelekî serdest e.

Nûnera Kommunistische Jugend Schweiz jî li mîtîngê axivî. Çalakî bi axaftina Hevberdevka SYKP Ewropa Dûygû Yildiz qediya.