Bûldan: Erdogan ê Kurdan tine dihesibîne wê biçe!
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan got, Erdogan ê ku Kurdan tine dihesibîne wê biçe û got, ‘’Ji niha û şûn de divê Kurd dengekî xwe jî nedin AKP’ê’’.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan got, Erdogan ê ku Kurdan tine dihesibîne wê biçe û got, ‘’Ji niha û şûn de divê Kurd dengekî xwe jî nedin AKP’ê’’.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan ji bo xebatên hilbijartinê li Stenbol, Esanyurtê, li taxa Kiraçê tevlî komcivîna gel bû.
‘GEL ROJAN DIJMÊRE DA KU AKP BIÇE’
Buldan xîtabî gel kir û got, ‘’Mirov êdî ji bo ku ji AKP’ê xilas bibin rojan dijminêrin û dibêjin, ev 22 roj wê çawa biqedin, wê AKP biçe, HDP û Demîrtaş werin.’’
‘ERDOGAN Ê KU KURDAN TINE DIHESIBÎNE NEÇARÎ TÊKÇÛNÊ YE’
Bûldan got gelên Tirkiyê, Kurdan biryara xwe daye, Serhed wê şeqamekê li AKP’ê bixe, ji ber ku hikûmeta AKP’ê div an 16 salan de zilma mezin li ser Kurdan kiriye. Buldan got hişmendiyeke ku dixwaze Kurdan tine bike ne pêkan e ku bikaribe li ser desthilatdariyê bimîne û heta niha kê Kurd înkar kiribin di siyasetê de têk çûne. Buldan wiha domand, ‘’Erdogan jî weke siyasetmedarên berê ku Kurd tine dihesibandin neçarî têkçûnê ye. Hişmendiya ku Kurdan nede rex xwe, hewl dide ku Kurdan li der bihêle û li ser zarokên Kurdan komkuijyê dike li Tirkiyê nikare li ser piyan bimîne.’’
HIŞYARIYA KU ‘HDP DI BIN BENDÊ DE BIMÎNE’
Bûldan bal kişande ser dek û dolabên AKP’ê û Serokê AKP’ê Erdogan ê bi mebesta ku HDP’ê di bin bendê de bihêlin û got ,’’Heke HDP di bin bendê de bimîne AKP wê MHP’ê bide rex xwe û biçe Meclîsê, divê her kes hay ji vê lîstikê hebe. Kurd, Elewî, ciwan û jin divê hay ji vê hebin. Dixwaze wekîlên me di bin bendê de bihêle û li Meclîsê pir kursiyan bi dest bixe. Em ê destûra vê bidin? Naxwe divê em li sendoqan xwedî derkevin. Kurd wê yekîtiya xwe teqez ava bikin, divê yek dengê Kurdan ji AKP’ê re neçe.’’
‘AN TARÎTÎ AN DEMOKRASÎ’
Bûldan bi domdarî got, ‘’Li dijî hişmendiyeke wiha 24’ê Hezîranê fersend e. 24’ê Hezîranê wê qedera Tirkiyê diyar bibe. Li Tirkiyê biryar li ser du tiştan wê were dayin. An wê ji hikûmeta AKP’ê re ku wê bibe destpêka serdemeke tarî, ‘erê’ were gotin an jî wê were gotin ‘na’ û were gotin, ‘em ronahî, aştî, biratî, azadî û demokrasiye dixwazin’. Stenbol wê biryara vê bide. Kurdên li Stenbolê wê biryara vê bidin. Elewî wê bidin. Hemû civaka li dijî AKP’ê wê biryara vê bide.’’
‘EV COŞÎ WÊ LÎSTIKAN XIRA BIKE’
Bûldan herî dawî got, ‘’Ez bawer dikim ku ev coşiya li vir wê 24’Ê Hezîranê li sendoqan xuya bike û hemû lîstik werin xirakirin. Wê me bi temsîleke xurt bibe Meclîsê û Demîrtaş jî bike Serokkomar. 21 roj man, em ê mal bi mal bigerin û her kesî qanih bikin. Em ê ji her kesî dengan bixwazin.’’