Namzetê HDP’ê Pîroglû li Stenbolê bi hilbijêran re civiya
Namzetê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne.
Namzetê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne.
Namzetê HDP’ê yê Stenbolê yê rêza yekemîn Mûsa Pîroglû ligel astengiya xwe fîzîkî di nava rojê de xebatên xwe yên hilbijartinê domand. Pîroglû di destê sibehê de daket qadan û berê xwe da ger û geşta Komeleya Guç-Derê. Pîroglû li vê derê bi Elewiyan re civiya.
Namzetê din ê HDP’ê Erkan Baş jî tevlî vê serdanê bû. Pîroglû di vê ger û geştê de axivî û got, “Ji bo ku dengê me were dizîn, AKP her tiştî dike. Divê em jî li hemberî vê diziya dengan piştgiriyê bidin HDP’ê.”
Di ger û geştê de kalekî ku gopal di destê wî de bû û diyar kir ku ew gazî ye ber bi Pîroglû ve hat û diyar kir ku ew endamê CHP’ê ye lê ew ê dengê xwe bide HDP’ê.
Pîroglû piştre derbasî Ataşehîrê bû û li vê derê tevlî vekirina buroyê bû. Namzetên HDP’ê yên parlementeriyê yên Stenbolê Erol Katircioglû, Melekfer Borak Tûrgût, Erkan Baş, Durdane Bûldan û Recep Yilmazer jî tevlî vekirina buroyê bûn.
Pîroglû ji vê derê jî derbasî taxa Topselvî ya Kartalê bû û li vê derê jî buroya hilbijartinê vekir.Pîroglû piştre jî derbasî bernameya fitarê ya partiya xwe ya li Umraniyeyê bû.
Namzeta HDP’ê ya herêma yekem Melekfer Borak Tûrgût tevahiya rojê li qadan bû. Tûrgût bi sîstema deng a taybet ku li ser wesayîta xwe danî hewayê hilbijartinê ya wesayîta HDP’ê dide nîşandan. Tûrgût diyar kir ku xwe ji gel cûdatir nabîne û di pêvajoya xebatên hilbijartinê de şifêrtiyê jî dike. Tûrgût li cihê diçe lê bi zimanê Kurdî û Tirkî xîtabî gel dike.
Tûrgût îro beşdarî bernameya 16’emîn ya geş û gerê ya Guc-Der a li Ataşehîrê bû û gel silav kir. Tûrgût got qerneya AKP’ê ya desthilatdariya 16 salan gelek xirab e û wiha domand; “Em weke HDP ji ber vê sedemê dibêjin wiha naçe. Ev hilbijartin dûbare serketina hilbijartina 7’ê Hezîranê ye. Em ji bo avakirina desthilatdariya gel li dijî desthilatdariya faşîst tên. Em bawer in ku li vir bi hev re jiyaneke wekhev û azad mumkun e.” Tûrgût beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya li taxên Esatpaşa, 1 Mayis, Yenî Sahra û Kayişdagî ya Ataşehîrê bû.
Li aliyê din li navçeyên Maltepe, Sûltanbeylî, Kadikoy, Uskudarê stand hatin vekirin.