Bûldan: Demîrtaş bûye kabûsa Erdogan

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Kuçukçekmece û Kanaryayê tevlî vekirina buroyên hilbijartinê bû. Bûldan li vê derê axivî û got ku, “Ev welat bi darê zorê nayê birêvebirin.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di vekirina buroya hilbijartinê ya Kuçukçekmece û Kanaryayê de axivî. Bûldan got ku, “Ez we hemûyan silav dikim. Vê piştgiriya we ya vê derê tê wateya ku AKP li Stenbolê têk çûye. Erdogan a niha li Amedê diaxive lê bawer bikin hejmara Amediyên li vê derê ji yên mîtînga wî zêdetir in. Polîsên ji Mêrdîn û Batmanê jin û zarokên xwe anîne.

DEMÎRTAŞ BÛYE KABÛSA ERDOGAN

Erdogan li Amedê qala Demîrtaş dike yê ku li Edîrneyê ye. Bawer im van rojan Demîrtaş dikeve xewna Erdogan û wisa dixuye ku tirsa Erdogan zêdetir bûye. Erdogan va ye tu diçî, oxira te ya xêrê be. Erdogan qala bûyerên 6-8’ê Cotmehê dike. Me xwest ji bo lêkolîna bûyeran li meclîsê komîsyon were vekirin lê parlementerên AKP’ê vê daxwaza me red kirin. Ji ber ku ew dizanin kesên di bûyerên 6-8’ê Cotmehê de hatine kuştin, bi çekên polîs û leşkeran hatine kuştin.

DEMÎRTAŞ SERBEST BERDIN EW Ê GEL BIRYARA XWE BIDE

Heke cesareta wan hebe ew ê Demîrtaş serbest berdin.Heke kî sûcdar be, ew ê gel biryara xwe bide.

21 roj mane ji 24’ê Hezîranê re. 21 rojên din ew ê ampula AKP’ê biteqe. Bi serokkomariya Demîrtaş û bi temsîliyeta xurt a HDP’ê em mîsogeriya jiyana azad û aştiyane didin.

Ev welat bi darê zorê nayê birêvebirin. Ew tasfiye dikin, em jî ava dikin. Em alîgirê jiyaneke nû ne. Kesên ku zilm û zorê li Kurdan dikin, divê baş bizanibin ku 24’ê Hezîranê ew ê roja yekîtî û hevgirtina Kurdan be.

EV WELAT NE MECBURÎ ERDOGAN Û AKP’Ê YE

Bi salan xwestin Kurdan parçe bikin. Bi salan mafê siyasetê nedan Kurdan. 10 parlamenterên me girtî ne, qeyûm tayînî şarederiyan kirin, êrîşî hemû nirxên gelê Kurd kirin, goristanên me bombebaran kirin, peykerê Ehmedê Xanê hilweşandin, peykerê Ûgûr Kaymaz hilweşandin, tecrîd anîn girtîgehan, tecrîda li Îmralî hê didome. Tehemula vî welatî ji Erdogan û AKP’ê re nema. Ev welat ne mecbûrî AKP’ê û Erdogan e, HDP heye, Selahattîn Demîrtaş heye.

Dixwazin me li binê bendê de bihêlin. Dixwazin HDP derbasî parlamentoyê nebe. Dixwazin parlamenterên em bi dest bixin derbasî AKP’ê bibin. AKP li parlamentoyê zêdeyiyê bidest bixe, bi serê xwe Destûra Bingehîn biguherîne û Kurdan înkar bike tune bihesibîne. Dema vê dikin li gel xwe MHP’ê ji dibin. Koalîsyona AKP-MHP’ê ji bo ku nûnertiya Kurdan a li parlamentoyê asteng bike hate avakirin.

AKP ya ku milê xwe dayî MHP’ê, partiya Bahçelî yê ku dema ku Sûr û Cizîr dihate şewitandin, digot kevir li ser kevir, serî li ser laş nehêlin e. AKP partiyeke xwedî vê hişmendiyê dixwaze di nava lîsteyên xwe de derbasî parlamentoyê bike. Bila kesek ji bîr neke, ger HDP derveyî parlamentoyê were hiştin wê desthilatdariya 16 salan zilma kirî înkar bike; wê ev hemû bi zêdeyî bidome.

Parlamenterên me û hevşaredarên me di girtîgehê de ne. Dema ku hûn çûyîn we dengê xwe da destê xwe danin li ser wijdana xwe û bêjin ‘Êdî Bes e”. Em ê bi hev re ji AKP’ê re bêjin ‘Êdî Bes e’. Ev hilbijartineke ya qederê ye. Nebêjin em dengê xwe nedin tiştek nabe. Di vê hemû kes dengê xwe bide. Heta 24’ê Hezîranê di vê hemû kes, kesên ku dengê xwe dane AKP’ê qanih bike. Ger hemû kes keseke din qanih bike em ê bendavê bi hêsanî derbas bikin.

Dema me kin e. Di vê dema kurt de divê hemû rêhevalên me bi rûhê seferberiyê kar bike. Li vir hejmareke gelek a ciwanan heye. Ev ciwan wê cara destpêkê dengê xwe bidin. Ew deng gelek girîng e. Em dizanin hûn ê dengê xwe yê destpêkê bidin HDP’ê. Kesê ku carekê dengê xwe bide HDP’ê nikare êdî destê xwe ji HDP’ê bikêşe. Dengek ji bo HDP’ê dengek ji bo Demîrtaş.”