Li Antalyayê êrîşî HDP’ê kirin

Li Antalyayê komekê bi kevir û daran êrîşî standa HDP’ê kirin. Di êrîşê de wesayîta anonsê hate derbkirin û HDP’yiyek jî birîndar bû.

Li Konyaalti ya Antalyayê endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) stand vekir û komekê bi kevir û daran êrîşî standa HDP’ê kir. Endamên HDP’ê bersiva êrîşkaran da û li ser vê kom neçar ma belav bibe. Di êrîşê de cama wesayîtê hate şikandin û HDP’yiyek birîndar bû.

HDP’yiyan çûn qereqolê û giliyê komê kir.

Wesayîta anonsê ya HDP’ê ku li navenda bajar tûr avêt, hinek şifêran bi nîşaneya ‘bozkûrt’ û bi gotinan êrîşî HDP’yiyan kirin.