Li Manîsayê faşîstan êrîşî konvoya HDP’ê kirin
Dema ku konvoya HDP’ê ket nava Manîsayê, faşîstan êrîş kirin. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn. Endamên HDP’ê li dijî êrîşan li pêşiya avahiya bajêr kom bûn.
Dema ku konvoya HDP’ê ket nava Manîsayê, faşîstan êrîş kirin. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn. Endamên HDP’ê li dijî êrîşan li pêşiya avahiya bajêr kom bûn.
Rêxistina bajêr a Manîsayê ya HDP’ê ji bo pêşwazîkirina namzetê parlementeriyê Sirri Sakik di têketina bajêr de kom bûn. Konvoya ku çûbû pêşiya namzetên HDP’ê piştre li nava bajêr tûr avêtin. Dema ku heyeta HDP’ê xwestin biçin Qada Manolyayê ya Manîsayê, komeke faşîstan bi sirûda mehterê pêşiya konvoyê girtin. Vê koma nîjadperest êrîşî endamên HDP’ê kirin. 2 kes li vê derê bi sivikî birîndar bûn.
Koma faşîst xisar dan wesayîtên HDP’ê jî û êrîşên xwe domandin. Piştî êrîşê bi anons û bangên li ser medyaya civakî daxwaz hate kirin ku bila gel bimeşin avahiya bajêr a HDP’ê.
Piştî êrîşê komên faşîst li hev kom dibin. Polîsan bi tu awayî mudaxeleyî koma faşîst nekirin û ji endamên HDP’ê xwestin bila tevdîra xwe bikin.
Ji ber ku tu gaveke şênber nehate avêtin, Rêxistina Manîsayê ya HDP’ê bangî gel kir ku bila werin ba avahiya bajêr a HDP’ê. Piştî ku gel hat ba avahiyê, endamên HDP’ê ji bo ku bernameya xwe bidomînin xwestin ku bila polîs tevdîran pêk bînin.