Polîsên Tirk li her derê li girtiyekê digerin

Hevseroka HDP'ê ya Ebexê Derya Gonul par li Wanê di dema operasyonên qirkirina siyasî de hate girtin û hê li girtîgehê ye. Lê polîsên Tirk li her derê li Gonul a girtî digerin.

Hevseroka HDP'ê ya navçeya Ebex a Wanê Derya Gonul, di operasyoneke qirkirina siyasî de hate girtin. Lê belê bûyerên ku piştî girtina wê qewimîn, bêhiqûqiya sîstema edaletê ya Tirk careke din raxiste pêş çavan. Gonul par meha Mijdarê hate girtin û ew şandin girtîgeha Tîpa T a Wanê. Polîsên Tirk berî du hefteyan careke din avêtin ser mala wê û gotin, der barê Gonul de biryar agirtinê heye û mala wê sax kirin.

'EM NIKARIN ÎSPAT BIKIN KU DEWLETÊ DERYA GIRTIYE'

Malbatê ji polîsan re got, "Derya li girtîgehê ye, hûn dikarin biçin wê li wir bibînin." Lê belê polîsan guh nedan malbatê û gotin, "Fermana ku ji me re hatiye dayin ev e, em neçar in fermanê bi cih bînin" û mal sax kirin. Polîsên ku Gonul li malê nedîtin, ji malbatê re gotin, "Eger hûn xwe bigihîni wê jê re bêjin ku biryara girtina wê heye. Bila bê teslîm bibe."

Xizmên Gonul li ser bûyerê agahî dan û anîn ziman ku di vê mijarê de zext li wan tê kirin. Xizmên Gonul diyar kirin ku wan ji dozgeriyê re ragihandine ku Gonul girtî ye û gotin, "Dewletê Derya girtiye, lê em nikarin girtina wê îspat bikin. Me ji dozgeriyê re ragihand. Em hêvîdar in ku wê êdî di vê mijarê de zextê nekin."