ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Hezîran 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Hezîran 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.
- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Hilbijartinên 24'ê Hezîranê gelekî girîng in. Eger AKP-MHP bi ser bikevin wê sîstema olperest-neteweperest mayinde bibe. Karê têkoşîna demokrasiyê ye ku pêşî li vê bê girtin.
- Hevseoka HDP'ê ya Ebexê Derya Gonul par li Wanê di dema operasyonên qirkirina siyasî de hate girtin û hê li girtîgehê ye. Lê polîsên Tirk li her derê li Gonul a girtî digerin.
- Endamên Komeleya Bedlîsiyên li Pendîkê diyar kirin ku wê 24'ê Hezîranê dengê xwe bidin HDP'ê û gotin, "Bi hêviya rizgariya ji vê zext û zilmê, me HDP hilbijart."