Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Hilbijartinên 24'ê Hezîranê bûye rastiyek di navbera dîktatoriya yek şexsî û alîgirên demokrasiyê. Li aliyekî, dîktatoriya yek şexsî û faşîzm, li aliyê din jî alîgirên demokrasiyê.
Sibeha 25'ê Hezîranê ya dîktatorî û faşîzm wê careke din bi ser bikevin û Tirkiyeyê hîn bêhtir bikin gola xwînê, ya jî alîgirên demokrasî, gel, aştî û biratiyê wê bi ser bikevin."
24'Ê HEZÎRANÊ FIRSENDEKE MEZIN E
Em baş pê zanin ku eger di 24'ê Hezîranê de dîktatoriya Erdogan-Bahçelî û faşîzma AKP-MHP bi ser bikevin, wê Tirkiye gelekî winda bike. Wê bi rêya çeteyên ji aliyê Erdogan-Bahçelî ve hatin avakirin, bi destê çeteyên DAÎŞ, El Nûsra û El Qaîdeyê Tirkiyeyê bikin gola xwînê, Kurdan qir bikin, Bakurê Sûriyeyê bi temamî dagir bikin û bi bilindbûna eflasyonê re jî Tirkiye ber bi felaketekê ve bibin.
Lê belê pêşî li vê felaketê dikare bê girtin. Ev yek jî bi hilbijartinên 24'ê Hezîranê dibe. Lewma hilbijartinên 24'ê Hezîranê firsedeke mezin e. Kurd, Ermenî, Ereb, Gurcu, Azerî, Laz, Çerkez, Misilmanên rasteqîn, Elewî, bi kurtasî hemû dijberên dîktatoriyê, gel, kedkar û alîgirên biratiya baweriyan, dikarin vê firsendê bikin şahiya demokrasiyê û dawî li dîktatoriyê bînin. Ev ne karekî zehmet e. Ya girîng ew e ku gel, kedkar û bawermend hêza xwe bikin yek, li ser bingeha seferberiya demokrasiyê bêjin 'em dikarin dîktatoriyê têk bibin' û bi şev û roj ji bo vê bixebitin. Belê, Erdogan ê dîktator dikare bi dek û dolaban bibe asteng, lê belê bi xwedîderketina li sindoqan, em dikarin sibeha 25'ê Hezîranê serketina demokrasiyê ragihînin."
BANGA LI HÊZÊN DEMOKRATÎK
Di daxuyaniya KCDK-E de hate bibîrxistin li Ewropayê nêzî 3 milyon dengdêr hene û hate gotin, "Herî kêm nîvê van dengdêran alîgirê demokrasî û azadiyê, alîgirên gelan û dostaniya baweriyan e. Yanî mirovên pêşverû, demokrat, antî-faşîst, nivîskar, rojnamevan, hunermend, akademîsyen, mirovên ji ber zexta dîktatoriyê neçar mane welêt biterikînin."
KCDK-E destnîşan kir ku cihê vê profîlê jî HDP ye û bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê ku sindoqa demokrasiyê ye.
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew bibin yek, dikarin pêşî li dek û dolabên Erdoban girin û hate gotin, "Rêya pêşîgirtina li dîktatoriyê dengdana ji bo HDP'ê ye. Ji ber ku Erdogan ê dîktator dixwaze HDP'ê di binê bendê de bihêle û bi vî rengî dest deyne ser herî kêm 60 parlamenteran. Eger karibe vê bike, wê 'Bloka Milet' nikaribe li pêşberî Erdogan ê dîktator tiştekî bike û neçar bimîne ku 5 salan bi ya dîktator û faşîzmê bike. Lewma dengdêrên beriya niha dengê xwe nedane HDP'ê jî di vê hilbijartinê de divê li dijî dîktatoriyê ji bo serketina demokrasiyê teqez dengê xwe bidin HDP'ê."
HER DENGDÊRÊN KURD DIVÊ TEQEZ DENGÊ XWE BIDIN
KCDK-E diyar kir ku her dengdêrên Kurd divê teqez biçin ser sindoqan û wiha dewam kir: "Bila were zanîn; konsepta Erdogan-Bahçelî konsepta qirkirina Kurdan e. Eger dîktatoriya Erdogan-Bahçelî careke din bi ser bikeve, wê her bajar, bajarok û gundên Kurdistanê mîna Nisêbîn, Şirnex, Silopiya, Sûr, Efrîn, Kobanê bên hilweşandin, wê Kurd bên qirkirin. Çawa ku li Şengalê bi qirkirinê re 5 hezar jinên Kurd hatin revandin, zarokên Kurd li çiyayê Şengalê ji tî û nêza mirin, çawa ku bi fîşekên DAÎŞ'ê hatin kuştin, Erdogan wê heman tiştî li çar parçeyên Kurdistanê bike. Ji ber vê yekê, her Kurdekî ku dengê xwe bide AKP'ê wê destê wî Kurdî bikeve xwîna xwişk û birayên xwe. Kurdekî bi tenê jî divê berê xwe nede AKP'ê û Erdogan."
KCDK-E ji Kurdên li Ewropayê xwest, ji bo Kurdên li welatên din ên li Ewropayê dijîn dengê xwe bidin, bixebitin.
BANG LI DENGDÊRÊN LI ELMANYA, FRANSA Û AWÛSTÛRYAYÊ HATE KIRIN
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dengdan di navbera 7-19'ê Hezîranê de tê kirin û hate gotin, "Kurd, gelên Tirkiyeyî, hêzên demokrasiyê, Elewî, Misilman ên li Fransa, Elmanya û Awûstûryayê dijîn divê biçin ser sindoqan. Em ji bo demokrasiyê, ji bo azadiyê dengê xwe bidin. Ji bo aştî û biratiya gelan, li dijî dîktatoriyê em dengê xwe bidin HDP'ê."