Serhildana 6-8'ê Cotmehê û rastiya Erdogan

Rejîma AKP-MHP'ê ku bi rê û rêbazên qirêj û xapînok li dijî HDP'ê kampanya reşkirinê dimeşîne, komkujiya ku di dema serhildana 6-8'ê Cotmeha 2014'an de li dijî gelê Kurd kir, ji nû ve li dijî Demîrtaş û HDP'ê bi kar tîne.

Tevî ku di ser serhildana Kobanê ya 6-8'ê Cotmeha 2014'an de 4 sal derbas bûne û hê jî kiryarekî kuştina 53 sivîlan ku 44 jê endamên HDP û DBP'ê bûn, nehatine darizandin, Erdogan vê komkujiya bi destê hêzên dewletê hatiye kirin li dijî HDP'ê bi kar tîne.

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş, beriya niha bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku der barê bûyerên 6-8'ê Cotmehê de ti doz lê nehatiye vekirin û ji ber vê yekê ne girtî ye.

Lê belê Serokkomarê Tirk Erdogan tevî vê yekê jî Demîrtaş sûcdar dike û herî dawî çend roj berê gef xwar ku ji ber wan bûyeran nabe ku Demîrtaş bê berdan.

Em bi kurtasî serhildana 6-8'ê Cotmehê ya xwedîderketina li Kobanê bînin bîra xwe..

15'ê Îlona sala 2014'an çeteyên DAÎŞ'ê bi hêzeke mezin êrişî Kobanê kirin.

Hê êriş di rojên xwe ên destpêkê de bû, dewleta Tirk û serokê wê Erdogan li bendê bûn ku çete di nava demeke kurt de bajarê Kobanê bi temamî dagir bikin.

Ji bo ev daxwaza wan bicih were jî, ya ji destê wan hat kirin.

Piştî êriş destpê kir bi hefteyekê, ango 22'ê Îlonê Erdogan li  bajarê Dîlokê xwest mizgîniya ketina Kobanê bide.

"Ha ji were Ayn El Ereb ku navê wê yê din Kobanê ye, hat ket ha wê bikeve."

Dema ku ev hesabên Erdogan zû bicih nehatin, desteka xwe ji bo çeteyên DAÎŞ'ê zêde kir.

Wan rojan, çete beşeke mezin ji bajarê Kobanê dagir kiribûn û ber bi herêma sînor ve pêşde diçûn.

Li hemberî vê yekê,  şervanên YPG û YPJ'ê  êdî bi rêbazên fedaî şer kirin.

Gelê Kurd li sînorê navçeya Pirsûsê xwe li sînoran da.

Li seranserê welatên cîhanê jî, Kurdistanî û dostên wan daketin meydanan.

HDP'ê jî li hemberî metirsiya komkujiyên mezin, daxwaz ji hukûmeta AKP'ê kir ku bibe xwedî helwest û rê veke da ku alîkarî ji herêmên din ên Rojava derbasî Kobanê bibin.

Lê Erdogan û AKP'ê guh nedan vê daxwazê û eşkere gotin, çi bi serê Kurdan were me eleqedar nake.

Ji ber vê yekê HDP'ê banga hestiyariyê li civaka Tirkiyeyê kir û xwest her kes li dijî êrişa çeteyan nerazîbûnên xwe nîşan bide.

Lewma li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî, 6'ê Cotmehê bi deh hezaran Kurd hêzên demokrasiyê rabûn serhildanê.

Lê rejîma ku nekarî bi destê çeteyan armancên xwe li Kobanê bicih bîne, bi rêbazên herî hov êrîşî van xwepêşandanan kir..

Li ser fermana Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala, li her deverê polîs, hêzên taybet, komên nijadperest û alîgirên Huda-par'ê cihê xwe di êrişan de girtin..

7'ê Cotmehê li navçeya Mûşê Gimgimê Hasan Buksur ê 25 salî ji aliyê polîsan ve hat kuştin.

Li Batmanê jî, ciwanên bi navê Emrah Demîr dema ji Stenbolê çû serdana malbata xwe, ji aliyê alîgirên Huda-par'ê ve hat kuştin.

Piştî kuştinên li Gimgim û Batmanê, hêrsa gelê Kurd li her deverê belav bû.

Li Dîlokê komên faşîst û alîgirên DAÎŞ'ê êrişî taxên Kurdan kirin.

Di êrişan de karkerên Kurd bi lîncê hatin kuştin.

Ev êrişên li dijî Kurdan hemû li pêşiya çavê polîsan pêk hatin..

Di encama êrişa 3 rojan  de 53 sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Ji wan 44 endamên HDP'ê û DBP'ê ji aliyê polîsan ve hatin kuştin, lê yek ji van kujeran jî heta niha nehatiye cezakirin.

Erdogan û Suleyman Soylu ku yekser fermana kuştinan dan, îro li meydanên hilbijartinê ji bo dilê nijadperestan xweş bikin, Selahattîn Demîrtaş weke berpirsiyar nişan didin.