Li Dîlokê jî buroya hilbijartinê hate vekirin
Xebatên namzetên HDP’ê didomin. HDP’ê li Dîlokê li bajêr 3 buroyên hilbijartinê vekir. Vekirina buroyan wekî mîtîngê derbas bû.
Xebatên namzetên HDP’ê didomin. HDP’ê li Dîlokê li bajêr 3 buroyên hilbijartinê vekir. Vekirina buroyan wekî mîtîngê derbas bû.
Rêxistina Bajêr a Dîlokê ya HDP’ê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Di çarçoveya hilbijartinê de li Arabanê, li taxên Guzelvadî û Yeşîlkent ên Şahînbeyê buroyên hilbijartinê hatin vekirin.
Hilbijêran eleqeyeke germ nîşanî namzetên parlementeriyê yên HDP’ê dan û ji bo ku bi namzetan re wêneyan bigirin, ketin pêşbaziyê. Ji ber beşdariya zêde vekirina buroyê veguherî mîtîngê û rê ji trafîkê re hate girtin.
Wekîla Hevserokariya Bajêr a HDP’ê Sûltan Bayindir diyar kir ku 24’ê Hezîranê roja şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, “Gelê me ew ê bersiveke xweş li ser sindoqê bidin desthilatdariyê. Desthilatdariyê 16 sal in alîgirên xwe dewlemend kir û gel jî hejartir kirin. Ev kes ji xwe re dibêjin em misilman in lê tu eleqeya wan bi misilmantiyê tune.”
Namzetê HDP’ê yê Dîlokê Mûsa Aydin jî diyar kir ku desthilatdarî Kurdan dikuje û got, “Ev çawa biratî ye? Tu dibêjî Kurd birayên min in, lê tu diçî Efrînê dagir dikî. Gelê me rûyê rast ên van kesan dît. Êdî ew ê nikaribin gelê me bixapînin.”