'Ji hêviya HDP'ê ditirsin'
Parlamentera HDP'yî Besîme Konca di civînên hilbijartinê de axivî û got, "Di rêya azadiyê de hêvî afirî. Ya ku îro jê ditirsin ev hêvî ye."
Parlamentera HDP'yî Besîme Konca di civînên hilbijartinê de axivî û got, "Di rêya azadiyê de hêvî afirî. Ya ku îro jê ditirsin ev hêvî ye."
Di çarçoveya karê hilbijartinê de li bajarên Delemont, Lenzbûrg û Basel ên Swîsreyê civînên gel hatin lidarxistin.
DELEMONT: Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barût tevlî civîna li Delemontê bû û bal kişand ser bajarên Kurdan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hilweşandin. Barût qala Sûr a 7 hezar salî kir ku bi destê rejîma AKP-MHP'ê bi çi rengî hate hilweşandin. Di civînê de her wiha peyama namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş hate xwendin.
LENZBURG: Hevberdevkê HDK Ewropayê Demîr Çelîk beşdarî civîna gel a li Lenzburgê bû û bi bîr xist ku dengdana li Swîsreyê wê 5 rojan dewam bike. Çelîk bang li hemû hilbijêran kir ku di vê dema kin de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP û Demîrtaş.
BASEL: Li Baselê bi beşdariya nûnerên HDP'ê û Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de dek û dolabên ku faşîzma AKP-MHP di hilbijartinê de digerînin hate bibîrxistin û ji dengdêrên li Ewropayê hate xwestin ku xwedî li sindoqan derkevin.
TOULOUSE: Li bajarê Toulouse yê Fransayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) serdana gelek malan hate kirin. Danezana hilbijartinê ya HDP'ê hate belavkirin û ji bo HDP û Demîrtaş banga destekê hate kirin.
AVIGNON: Li bajarekî din ê Fransayê, li Avignonê bi beşdariya Parlamenteriya HDP'yî ya Sêrtê Besîme Konca civîn li Komeleya Elewiyan pêk hat. Konca işaret bi girîngiya dîrokî ya hilbijartinên 24'ê Hezîranê kir û got, dengên li Ewropayê bên dayin gelekî girîng in. Konca got, "Dengek ji bo HDP'ê, dengek ji bo Demîrtaş."
MONTPELLIER: Li bajarê Montpellierê jî bi pêşengiya jinan civîneke gel hate lidarxistin û wekîla HDP'yî Besîme Konca tevlî bû. Di civînê de hate bibîrxistin ku dengdana li Ewropayê wê di navbera 7-19'ê Hezîranê de were kirin.
BRAUNSCHWEIG: Li bajarê Braunschweig ê Elmanyayê, civînek hate lidarxistin û li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê agahî hatin dayin. Di civînê de komîsyonên ku karê hilbijartinê bikin hatin avakirin.
KOBLENZ: Li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê li bajarekî din ê Elmanyayê li Koblenzê civîna gel pêk hat. Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Osman Ergîn beşdarî civînê bû û bal kişand ser girîngiya derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê.
LUDWIGSBURG: Li bajarê Ludwigsburg ê Elmanyayê ku nêzî 44 ji sedî yê şêniyên wê koçber û penaber in, NCDK'ê ji bo hilbijartinê komîte ava kir û li 14 herêman kar dike.
CELLE: Li bajarê Celle yê Elmanyayê, kongreya NCDK'ê hate lidarxistin û li ser hilbijartinê civîna agahdarkirinê pêk hat. Nêzî 400 kes tevlî civîna gel bûn. Hasîp Kaplan, Alî Atalan û Tahîr Koçer li civînê axivîn û gotin ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo Kurdan jî firsendeke girîng e, lewma divê baş were bikaranîn. Di dawiya kongreyê de Kejê Gegçî û Ahmet Yeltî ji bo hevserokatiya Meclîsa Celle hatin hilbijartin.