Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê didomin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, piştî duh li Bedlîs û Tetwanê gel ziyaret kir, îro li gel namzetên HDP'ê yên Sêrtê derbasî Sêrtê bû. Temellî û heyeta pêre ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Namzetên HDP'ê yên Sêrtê piştî Temellî, li Sêrtê derketin pêşberî hezaran û gel silav kirin. Ewil namzetan gel silav kir û axaftinên kurt kirin. Piştre Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî gel silav kir û hikûmeta AKP'ê nexne kir. Temellî, polîtîkayên AKP'ê û Erdogan rexne kir û wiha got: "Ji bo em bêjin merhaba em hatin vir. Lê we vir kir qada mîtîngê."
‘GELÊ AMEDÊ EW Ê TASDÎKNAMEYÊ BIDE ERDOGAN’
Bi hezaran kesan bê navber dirûşmeya "Gelê Sêrtê bi we ser bilind in" berz kir. Temellî jî bersîv da û got: "Ya rast Ez bi we serbilind im. Ji ber biryara we ya tekoşînê em serbilind in. Ger ku aştî û demokrasî bê wî welatî wê bi vê sekna we ya bi rûmet bê Tirkiye. Hemû Tirkiye bi we serbilind e. Hindik ma. Faîz jî wê dakeve. Dowîz jî wê dakeve û îktîdar jî wê bikeve. Em wê hemûyan bi hev re bixin." Temellî berê tîrên rexneyan da Erdogan û wiha got: "Hêj derdikeve ser dikê û bi me mijûl dibe. Wekî ku 16 sal in em li ser îktîdarê ne radibe bi me mijûl dibe. Gotinên wî êdî tune. Îro jî diçe Amedê û wê li Amedê bang bike. Wê ji Amediyan re çi bêjie? Wê biçe Amedê û giliyê me li Amediyan bike. Ew êdî şaşo mane. Gelê Amedê wê tasdîknameya siyasetê bide wan."
‘ERDOGAN TE ÇIMA BAHÇELÎ JÎ BI XWE RE NEBIR AMEDÊ’
Temellî, da zanîn ku êdî tu gotinên Erdogan tune û wiha berdewam kir: "Ez dipirsim çima tu çû Amedê te Bahçelî negirt çem xwe? Bi hevre derketina kursiyê û bi hevre nîşaneya dêlegur bilind kiribûna. Here ji gelê Amedê re Efrînê vebêje. Tu yê çawa bêje? Li Enqereyê axaftin hêsan e. 16 sal in nelirêtiyê dikin. Her der kirine qada nelirêtiyê. Her kes qisan û li her derê nelirêtî û dizî heye. Wekî ku tişnek nekirine diçin li Amedê giliyê me li gel dikin. Lê nizane ku 16 sal in em ji bo aştî, demokrasiyê têdikoşin. Ger ku demokrasî û aştî bê vî welatî divê berî her tiştî doza Kurdan çareser bibe û aştî bê. Li her dera Tirkiye pirsgirêka demokrasî, doza Kurdan, pirsgirêka betaliyê u xizaniyê heye. Hemû pirsgirêk bi hev ve girêdayî ne. Ger ku hûn bixwazin van pirsgirêkan çareser bikin divê hûn wekî hev nêzîk bibin."
‘PERGALA AKPÊ YA ZILM Û WESAYETÊ YE’
Temellî, tayînkirina qeyûman jî şermezar kir û wiha pêde çû: "Hemû şaredarên Sertê ji kar avêtin û li şûna wan qeyûm tayîn kir. Ev pergala zilm û vesayetê ye. Bi sedan hevalên me ji şaredariyê û peywirê girtin û li şûna wan qeyûm tayîn kir. Bi sedan hevalên me ji siyasetê qut kirin û li şûna wan qeyûm tayîn kirin. Bi sedan hevalên me binçavkirin û girtin. Hevserokên vê partiyê Fîgen û Selahattîn binçav kirin û girtin. Pirsgirêka herî mezin a demokrasiyê ya vî welatî ev e. Kesên ji bo aştî û demokrasî bê Tirkiye digirin. Vîna gel digirin û li şûna wan qeyûm tayîn dikin. Piştre diçin Amedê û giliyê me li wan dikin. Gelê Amedê wê bersîva vê yekê bidin. Îro li her dera Tirkiye pirsgirêk û qeyran heye. Yekane rêya çareseriyê demokrasî ye. 24'ê Hezîranê ji bo me firsend e. Divê em vê firsendê ji dest bernedin Divê em dawî li vê pergala ceberûd bînin. Divê em li dengê xwe û sindoqan xwedî derkevin. Ger ku ev welat û bajar yê me ye. Divê em vî bajarî bi rê ve bibin. Ne qeyûm. Ger ku me di 24'ê Hezîranê de qeyûm şand Tuncer Bakirhan dîsa Hevşaredarê we ye."
‘24’HEZÎRANÊ EW Ê BIBE DESTPÊKA JIYANEKE NÛ
Temellî, bal kişand ser girîngiya têkoşînê û wiha pêde çû: "Em wê bi hevre bi ser bikevin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Wê demê em wê li şûna wan Selehattîn Demîrtaş bi cih bikin. Namzetê me yê Serokomariyê Selehattîn Demîrtaş e. Ne tenê namzetê me ye. Namzetê hemû Tirkiyeyê ye. Ji bo aştî û demokrasiyê bîne Tirkiye niha dîl hatiye girtin. Em ê bi hev re benda demokrasî û aştiyê hilweşînin û bi hev re doza Kurdan û demokrasiyê çareser bikin. Ger ku pirsgirêka sereke demokrasî ye. We demê divê em cudahiyên xwe bînin cem hev û rengîniya xwe dewlemend bikin. Em hêza hemû cudahiyan bînin cem hev. Ji ber vê yekê ji bo Komara Demokratîk û piraniyê em dibêjin HDP û Demîrtaş bila bê ser kar. Ji bo vê yekê em ê têbikoşin û em wê bi ser bikevin. 24'ê Hezîranê wê destpêka jiyana nû be. Em ê bi hev re vê yekê bi ser bixin."
‘HDP WEKÎ ÇEM Û LEHIYÊ TÊ’
Temellî, bal kişand ser têkoşîna HDP'ê û wiha lê zêde kir: "Em bûn lehî û tên. Em ê hemû bendan hilweşînin. Li her dera Tirkiyeyê dengê HDP'ê geş dibe û belav dibe. Yên ku mafê me desteser kirine em ê hesab ji wan bipirsin. Di bin baneyê HDP'ê de hemû bawerî, reng û nasname hene. Nûnertiya hemû gelan heye. Hemû kes di bin baneyê HDP'ê de hene. Demokrasî ev e. Ji bo ku li îktîdarê bimînin serî li hemû îtîfaqên qirêj dikin. Em ê dawî li van hemû îtîfaqên qirêj bînin. Pirsgirêka demokrasiyê pirsgirêka hemû gelan e. Li Sêrtê betalî rekor derbas kiriye. Her ji 2 kesan kesek betal e. Karkerên ku di înşaetan de dixebitin her rojê karkerek jiyana xwe ji dest didin. Gotin em wê dawî li pergala taşeronê bînin. Lê kesên alîkar xistin kar. Li aliyê din bi milyonan karker betal in. Ger ku em bên ser kar, hemû karker û kedkar wê mafê wan bê parastin. Ewlehiya wan a kar hebe. Ger ku em bên ser kar, heqê herî kêm wê herî kêm 3 hezar tl be. Li welat 12 milyon kesên teqawît hene. 8 milyon kesên teqawît dixebitin. Li şûna zanîngehan girtîgehan ava dikin. 70 hezar ciwan, girtî ne. 70 hezar xwendekar. Em tên ku girtîgehan vala bikin. Ger ku Tirkiye wê demokratîk bibe, em wê zagona têkoşîna bi terorê re biguherînin û girtîgehan vala bikin.
‘WÊ DESTHILATDARIYA GELAN BI SER BIKEVE’
Îro kanên komirê bûne wekî qederekê. Ji ber ku neçin li wir kar nekin wê birçî bimînin. Lê em wê çavkaniyên nû yên enerjiyê ava bikin û li şûna kanên ocaxê em wê qadên nû yên kar ava bikin. Li Soma ew qas mirov mirin. Ew qas li Şirnexê û Sêrtê mirin. Hêj hesabê vê yekê nedane. Ji ber vê yekê em ê welatê xwe bi rê ve bibin. Di cihanê de axa herî bereket vir e. Em ê qedexeya zozanan rakin. Ger ku zozan qedexe be mecbûr di kanan de bixebitin. Li şûna zozanan qedexe bikin diçin goşt ji derve digirin. Wê mehekê goştê erzan bifiroşe û 11 mehan jî mirov bê goşt bihêlin. Pêdivî ji cotgehên gel hene. HDP wê cotgeha gel ava bikin. Em ê bi pergala edaleta hilberînê ava bikin. Yên pir bixebitin wê pir bi dest bixin, yên hindik bixebitin wê hindik bi dest bixin. Niha dema çareseriya pirsgirêkan e. Divê çirayên me netemirin. wê çirayên me venemirin, wê çirayê serayê vemirin. Ji bo vê yekê jî em wê şev û roj bixebitin. Îktîdara heyî wê bikeve, îktîdara gelan wê bilind bibe."