Savaş Bûldan û hevalên wî hatin bibîranîn

Karsazyê Kurd Savaş Bûldan ê ku hatî kuştin, Adnan Yildirim û Haci Karay li ser gora wan hatin bibîranîn. Di bîranînê de dijminên mirovahiyê îro jî êrîşên xwe didomînin.

Karsazê kurd Savaş Bûldan û hevalên wî yn ku  bi texsiya sipî a Toros hatin revandin û hatin kuştin, bi tevlêbûna malbat, xism û nûnerên HDP'ê li navçeya Avcilarê ya Stenbolê bi merasimekê hatin bibîranîn. Li ser navê malbatan Necdet Bûldan, diyar kir ku bûyerên 24 sal berê dubare dibin.

Karsaz Savaş Bûldan û hevalên wî Adnan Yildirim û Haci Karay ji aliyê malbat, xizm, nûnerên rêxistinên demokratîk û rêveberên partiyên siyasî ve li ser gorên wan hatin bibîr anîn. Savaş Buldan û hevalên wî di sala 1994'an de li Yeşîlkoy a Stenbolê ji aliyê kesên bi maşîneya spî ya Toros ve hatin revandin û hatin kuştin. 2 roj şûn de cenazeyên wan hatin dîtin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, hevalên Buldan û xizmên wan li ser gorên wan a Avcilarê bi merasimêkê ew bibîr anîn. Di merasimê de pankarta "Ne Toros, ranger û SÎHA, çareseriya demokratîk" hate vekirin. 

'BÛYERÊN 24 SAL BERÊ DUBARE DIKIN'

Ewil birayê Savaş Buldan Necdet Buldan diyar kir ku 24 sal berê 3 birayên wan hatin revandin û wiha got: "Bûyerên ku 24 sal berê pêk hatin îro dîsa dubare dibin. Ev nişan dide ku bi awayekî zelal dijminantiya Kurdan dikin. Goristanên li Bedlisê vekirin û cenaze revandin. Dest danîn ser gorên zarokên Kurdan. Em ê ji bo şehîdên xwe bi serbilind bijîn.’