Ahmet Yildirim: Çarenûsa welêt di destê HDP'ê de ye

Li Berlînê bi beşdariya bi hezaran kesî mîtînga HDP'ê hate lidarxistin. Parlamenterê HDP'yî Ahmet Yildirim li mîtîngê axivî û got, çarenûsa welêt di destê HDP'ê de ye.

Mîtînga 2. a Elmanyayê ku ji aliyê Koordînasyona Hilbijartinê ya Elmanyayê ve tê organîzekirin, li paytext Berlînê pêk hat. Bi hezaran kesên tevlî mîtîngê bûn dirûşma "Bijî HDP" qîriyan û nîşan dan ku Berlîn ji hilbijartinê re amade ye. Mîtîng li Oranien Platzê  ya li semta Kreuzbergê pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê û azadiyê, hunermend Gulê, Hozan Aydin, Erdogan Emîr û koma govendê ya Avaşîn derketin ser dikê.

HDP WÊ AMPÛLÊ BITEQÎNE Û TIRKIYEYÊ RONÎ BIKE

Nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Seyda Davût Ovsemed, Serokê Mala Cem a Civaka Elewî ya Berlînê Nûman Emre û nûnera Civaka Êzidî Nûjiyan Gunay peyama yekîtiyê dan. Parlamenterê Die Linke Pascal Meiser jî destek da mîtîngê û destnîşan kir ku wê timî bi HDP'ê re bin. Parlamenterê Die Linke Hakan Taş jî got, "Ey Erdogan ji me bitirse! HDP wê ampûla te biteqîne û Tirkiyeyê ronî bike."

Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş, Hevşaredarê Gimgimê Huseyîn Guneş û Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Berlînê Yeko Ardil li mîtîngê axivîn û destnîşan kirin ku Erdogan wê 24'ê Hezîranê bê têkbirin. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî bi bîr xist ku şaredariyên ku bi îradeya gel hatin qezençkirin ji aliyê AKP'ê ve bi destê qeyûman hatine desteserkirin û got, "Em bi biryar û xwedî vîn in ku vê rewşê biguherînin."

HDP BI DAYINA BERDÊLAN TÊDIKOŞE

Parlamenterê HDP'yî Ahmet Yildirim jî silava HDP'ê da Berlîniyan û bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê. Yildirim got, "Hilbijartinên 24'ê Hezîranê ne tenê hilbijartina 600 wekîl û rêveberiya 4-5 salan e. Eger HDP ji bendê derbas nebe, partiyên din ên mûxalefetê çiqasî deng digirin bila bigirin, wê nikaribin pêşî li sîstema zilmê ya 16 salan bigirin. Eger HDP ji bendê derbas bibe, zilma 16 salan wê 24'ê Hezîranê biqede. HDP yekane kilîd e ku welêt ji vî welatî rizgar bike."

Di dawiya mîtîngê de Serokê Rûmetê yê AABK'ê Tûrgût Oker peyivî û diyar kir ku HDP partiyeke ji rêzê nîne û got, HDP'yî ne ji bo meqamê parlamenteriyê, lê ji bo azadiya gel û baweriyan bi dayina berdêlan têdikoşin.