OGÎ’yê rapora meha Gulanê eşkere kir

Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) rapora meha Gulanê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku bi giştî 192 rojnameger di girtîgehê de ne.

Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) rapora meha Gulanê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku bi giştî 192 rojnameger di girtîgehê de ne.

Di rapora meha Gulanê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Tirkiye di serdemeke krîtîk a hilbijartinê de ye. Di hilbijartina heyî de rejim û siberoj tê destnîşankirin. Di guherîna  serdemên rejîman û serdemên krîtîk ên birêxistinkirina civakan de çapemenî navgîneke stratejîk e. Di van demên ku desthilatdar, rejîma xwe diyar dikin de heke armanca wan demokrasî û azadî be stêrka guherîna wan û helwesta çapemeniyê ya stratejîk li hev dike. Na ku armanc ne demokrasî û azadî be berovajiyê vê pêk tê.

Rejîma AKP’ê û Serokomar xwe bi ‘Biryarnameyên Hukmê Qanûnê (KHK) û rejîma yek mirovî pênase dike. Evî jî venaşêre û aşkera diparêze. ‘KHK û rejîma yek mirovî’ ne pêkan e  ku di herka xebatên xwe de karibe bi xwediyê helwest demokrasî û azadiyan re li hev bike. Ew dijberê helwest û hewildanên demokrasî û azadiyan e. Hê di erefata hilbijartinê de ‘diranên xwe yên fîq’ nîşan da û siyaseta xwe aşkera kir.

Bi ‘operasyoneke di dilqê aboriyê de dest da ser Dogan Holdîngê.Bi operasyoneke leşkerî jî dest da ser Matbaaya Gun û Rojnameya  Ozgurlukçu Demokrasî girt. Bi şaxên vê operasyonê yên cur be cur êrîş bir ser xebatkar û xebatên çapameniya azad. Li gor hişmendiya xwe qaşo wan ‘bê bandor’ kir. Ev bi rê û resmên îbretkirî yên zorbatiyê pêk hatin.

Di xwezahiya ‘Çapameniya Azad’ de demokrasî û azadî heye. Ancax ji ber vê hebûna xwe ya xwezayî rastê êrîşan tê. Herî dawî di erefata hilbijartinê de êrîşeke mezin ya dawî pêk hat û hê jî wek erdhejên dahatu didomin. Bi taybet jî li dij ‘Çapameniya Azad’ bi rê û resmeke qirker bê ku kêm bibe her diçe lez dide xwe. Di encama van êrîşan de hejmara endamên Însiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) yên di girtîgehê de derket 70 kesî û bi giştî hêjmara girtiyên rojnameger jî bûn 192 kes.

Li gor vê kurteya Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad a meha Gulanê wihaye:

192 rojnameger di girtîgehê de ne

6 rojnameger hatin binçavkirin

4 rojnameger hatin girtin

37 rojnameger, derbarê wan de doz hat vekirin

1 rojnameger, derbarê wî de biryara lêpirsîn hat dayîn

25 rojnameger hatin darizandin

3 rojnameger, derbarê wan de 14 sal, 1 meh û 22 roj ceza hat birîn

1 rojnameger jî hat derpkirin

Em Înisîyatîfa Rojnamegerên Azad ne tenê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran amade dikin û parve dikin. Helwesta me ya ji bo vê jî diyar e. Ew helwest jî ‘helwesta azadiya çapameniyê ye’. Di çarçoveya vê helwestê de em bang dikin ku dawî li her cure êrîşên bi ser çapameniyê de pêk tên bên rawestandin û rojnamegerên girtî demildest serbest bên berdan.”