BI DÎMEN

'PDK bi eşkere li ser xeta xiyanetê ye'

Endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê têkildarî êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk axivîn û gotin "PDK rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk vedike."

Parêzer û Endama Desteya Rêveberiyê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê Çiro Şivaniyê li ser êriş û dagirkeriya dewlet Tirk a li ser axa Kurdistanê û bi taybetî ya li ser başûrê Kurdistanê ji ANF’yê re axivî û wiha got: “Di rastiya xwe de eger em vegerin dîroka dagirkeriyê û bi taybetî dagirkeriya li ser axa Kurdistanê, em ê bibînin ku hin faktor hene ku bûne sedema berdewambûna vê dagirkeriyê. Yek ji wan faktoran jîngeh û lokasyona cografî ya axa Kurdistanê ye. Her wiha yeknebûna nav mala Kurdî û hebûna xeta xiyanetê faktorên din in ku ji dîrokê heta îro berdewam dikin.”

Çiro Şivaniyê her wiha da xuyakirin ku sedema van destdirêjiyên dewleta Tirk a faşîst ji ber wê xewna wê ya berê ye ku dixwaze Mîsaqî Miliyê zindî bike û gelê Kurd li ber vê xewna dagirkeriyê asteng e. 

Çiro Şivaniyê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Mixabin PDK ji berê cudatir îro bi temamî çûye nav xeta xiyanetê û li dijî gelê xwe her tiştî dike. Tenê ji bo ku bi xwe bimîne, ne amade ye ku beşdarî hilbijartinan bibe. Ev yek tê wateya hilweşandina statûya başûrê Kurdistanê.”

Parêzer Çiro Şivaniyê der heqê helwesta aliyên din ên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê wiha got: “Dagirkeriya Tirkiyeyê di êrişê de nemye, hatiye nav axa Herêma Kurdistanê û dest bi valakirina gundan kiriye. Ev yek dagirkeriyeke aşkera ye. Her kes behsa vê dagirkeriyê dike û wekî xuya ye, ji ber hebûna peymaneke siyasî, Iraq jî bê deng e. Lewma bi rastî di vê demê de pêwîst e ku partî û aliyên siaysî helwestên cidî nîşan bidin. Tekane çareseriya vê rewşê jî ew e ku hemû alî li dijî vê dagirkeriyê werin ba hev.”

'DEWLETA TIRK EWQASÎ QIRKER E KU DARISTAN Û AJALAN JÎ JI NAV DIBE'

Endamê Desteya Rêveberiyê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê Doktor Ebubekir têkildarî vê babetê ev nirxandin kirin: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser axa Kurdistanê bi rênîşanderiya PDK’yê çêdibin. Operasyonên li ser axa başûrê Kurdistanê, di heman demê de metirsî ne li ser hemû gelên Iraq û Rojhilata Navîn. Ji ber  ku dewleta Tirk a dagirker tenê bi dagirkirina axê raneweste, komkujiyan jî dike û gund û bajarên Kurdistanê bombebaran dike. Divê ev êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk wek jenosîdkirina gelê Kurd bên naskirin.”

Doktor Ebubekir bang li azadîxwaz û çalakvanan kir ku li dijî vê dagirkeriyê rawestin û wiha got: “Ev êrişên dewleta Tirk di heman demê de êriş in li dijî mirovatiyê. Ji ber ku dewleta Tirk tenê bi êrişkirina li ser axa başûrê Kurdistanê ranaweste. Li her çar parçeyên Kurdistanê dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd ji nav bibe û dîrok şahidê vê yekê ye. Desthilatdariya Tirk a qirker ew qas bê rehm e ku daristan û ajalan jî ji nav di be. Lewma ez daxwazê ji saziyên sivîl û çalakvanan dikim ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk biçin hawara gel.”

Doktor Ebubekir têkildarî hebûna gelê Kurd û doza Kurd da diyarkirin ku dewleta Tirk li tu cihekî dinyayê gelê Kurd qebûl nake û wiha domand: “Di dema desthilatdariya AKP-MHP’yê de binpêkirin û dagirkeriyên herî zêde li dijî gelê Kurd çêbûn. Heta niha jî dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomîne.”

Doktor Ebubekir di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser durûbûna saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e em gelê Kurd li hêviya saziyên qaşo mafên mirovan nesekinin, divê em li dijî van dagirkeriyan helwestê wergirin. Ne tenê erka PKK’yê ye ku parastina gelê axa Kurdistanê bike, berevajî, erka hemû Kurdan e.